Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin

  • jin
  • 09:02 7 Nîsan 2020
  • |
img
AMED – Malên starbûnê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hinceta vîrûsa coronayê û kêmbûna xebatkaran serlêdan dan sekinandin. 
 
Ji 11'ê Adarê heya 31'ê Adarê li Tirkiyeyê 21 jin hatine kuştin. Ji van jina 18 jê li malê, 9 jê ji hêla hevjînên xwe û 5 jê jî ji hêla hevalên xwe yê mêr ve htaine kuştin. Çendî ku şidet û cinayetên jina zêde dibin, lê belê li Amedê malên starbûnê yên girêdayî şaredariyan serlêdanên xwe sekinandin. 
 
Malên starbûnê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ên qeyûm tayinî wna hatine kirin, bi hinceta vîrûsa coronayê û kêmbûna personelan serlêdan sekinandine. 
 
Mala Jina ya Karedelenê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Rezanê, Navenda Lêkolînkirina Pirsgirêkên Jina (DÎKASÛM) a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serlêdanên li wan tên kirin ji ber kêmbûna kapasîteyê ber bi Navenda Pêşîlêgirtin û Şopandina Şidetê (ŞONÎM) ve dişînin. 
 
Lê belê ŞONÎM jî serlêdanên şexsî qebûl nake. ŞONÎM, serlêdanên tên kirin pêşî dişîne emniyetê. Polîs jinên serlêdanê dikin dibin nexweşxaneyê, tenduristiya wan kontrol dikin. Gava testê wan neyînî bin wan dibin ŞONÎM. Li Amedê 6 navendên ŞONÎM'ê hene û tije bûne. ŞONÎM, diyar dike serlêdanên ji bo starbûnê tên kirin qebûl nakin.