‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'

  • jin
  • 10:19 7 Nîsan 2020
  • |
img
SÊRT - Berpirsiyara Navenda Piştevaniya Jinan a Berfîn a Şaredariya Sêrtê Sohbet Altan Çetîn, diyar kir ku ku piştî şewba vîrûsê belav bû û ketina mal a mirovan tundiya li ser jinan zede bûye. Altan Çetîn, diyar kir ku jin li Sêrtê ne bi tenê ne û di vê pêvajoyê de li cem jinan in. 
 
Li Tirkiyeyê û cîhanê piştî vîrûsa corona belav  bû tundiya li ser jinan jî zêde bû. Bi taybetî di van rojên ku banga "Li mal bimînin" tê kirin de tundiya zilaman a li ser jinan zêde bû. Li Tirkiyeyê di navbera 11'ê Adarê û 31'ê Adarê de 21 jin hatin qetilkirin. Rêxistinên jinan beriya ku banga "Li mal bimînin" bê kirin raedar hişyar kirin û diyar kirin ku dê tundiya li ser jinan zêde bibe û xwestin tedbîran bigirin. Lê heta niha tu dedbîr nehatine girtin. Berpirsiyara Navenda Piştevaniya Jinan a Berfîn a Şaredariya Sêrtê Sohbet Altan Çetîn, diyar kir ku ku piştî şewba vîrûsê belav bû û ketina mal a mirovan tundiya li ser jinan zede bûye. Altan Çetîn, diyar kir ku jin li Sêrtê ne bi tenê ne û di vê pêvajoyê de li cem jinan in. Sohbet Altan Çetin, anî ziman ku jin ne bi tenê ne. Çetîn Altan, da zanîn ku ji bo tenduristiyê divê her kes li mal bimîne, lê divê li dijî tundiya mêr jî tedbîr bêne girtin. Çetin, da zanîn ku di rojên qerantînayê de jin rastî hemû tundî û pêkutiyên mêr tên û xwest jin xwe bi tenê hîs nekin û di rewşê dijwar de li Navenda Piştevaniya Jinan a Berfîn bigerin û alîkariyê bixwazin. Altan, anî ziman ku li Sêrtê jin ne bi tenê ne û her dem li cem jinan in. Altan Çetin, xwest hemû jinên rastî tundiyê tên serî lmi wan bidin û ji bo vê yekê xwest 7/24 saetan bi rêya 0 484 223 2352 xwe bigînin wan.