Di serdema şewba coronayê de şideta mêrî zêde dibe

  • jin
  • 09:04 8 Nîsan 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Endama Platforma Jinê ya Şahmaranê Gulîzar Îpek, destnîşan kir ku di serdema şewba coronayê de şideta mêrî zêdetir bûye û got: "Demildest divê ji nû ve li ser polîtîkayên der barê pandemiyê de bê sekinandin û li gor wekheviya zayendî bên çêkirin." 
 
Piştî vîrûsa coronayê (Covîd-19) ûzû berbelav dibe, ji bo tevdîrgirtinê tim û tim bang li ser bangê tê kirin ku kes ji malên xwe dernekeve. Lê belê dimaldemayîn bi xwe re dibe sedema zêdebûna şideta li ser jina jî. Li gorî rapora meha Adarê ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, 29 jin hatine kuştin. Ev jin di navbera 11-31'ê Adarê de hatine kuştin. 
 
Endama Platforma Jina ya Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek ev yek nirxand. 
 
ŞIDET ZÊDE BÛYE 
 
Îpek, bal kişand ser zêdebûna pirsgirêkên jina yên di pêvajoya şewba vîrûsa coronayê de û got, piştî şewbê gelek jin ji kar hatine derxistin. Îpek ku got, "Bi vî awayî jin li mehkûmî malên ku lê bi şidetê re rû bi rû dimînin hatin kirin" got: "Di serdemên wiha de ji ber newekehviya ideta civakiyî, bi taybetî jî jin bi xetreyeke mezin re rû bi rû mane. Piştî bangawaziya 'dimaldemayînê' û girtina dibistan û kreşan, nehwekheviya di malê de jî zêde dibe. Gava mirov rewşa extiyar û nexweşan û lênihêrîna wan jî li vê yekê zêde bike, newekheviya di nav malê de zêdetir dibe. Tehekum û şideta derûnî, aborî û fizîkî ya mêran zêde dibe. Di vê pêjavoya 'dimaldemayînê' de 29 jin hatin kuştin. Ji xwe ev yek asta şideta li dijî jinê nîşan dide. Dibe ku bi bangawaziya 'dimaldemayînê' pêşî li vîrûsê bê girtin, lê şideta li ser jinê jî zêde dibe." 
 
TEVDÎR 
 
Îpek, anî ziman ku di vê pêvajoyê de li Mêrdînê jî şideta li ser jinê zêde bûye û got, di hefteya dawî de 4 jinên bi şidetê re rû bi rû mana xwe gihandine wan. Îpek, destnîşan kir ku ev hejmar zêdetir e û tevdîrên tên girtin ji ber ku ji bo jin û zarokan kêm in rexne kirin. Îpek, got: "Demildest divê ji nû ve li ser polîtîkayên der barê pandemiyê de bê sekinandin û li gor wekheviya zayendî bên çêkirin. Rojeva ereke ya dewlet û bi taybetî jî ya rêveberiyên herêmî divê pêşîlêgirtina şidetê û têkoşîna li dijî şidetê be. Dikarin xetên şidetê bi awayî çalak bi kar bînin û heke bivê divê ji bo vê xetên taybet jî çêbikin. Divê derfetên ji bo serlêdanên onlineyî bên peydakirin." 
 
MALA JIYANÊ YA JINÊ 
 
Îpek, anî ziman ku jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin cihekî ku pê de biçin tuneye û got: "Ji bo vê jî demildest divê hin xebat bên kirin û heya mala jiyanê bê avakirin divê mêvanxane, lojman, tesîsên aydê cemaweriyê û hêwirgehên aydê sektora taybet ji bo jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin wekî malên jiyanê bên bikaranîn. Astengiyên li pêş xwegihandina xizmetên tenduristî divê bên rakirin. Ji bo jin doza mafên xwe bikin û karibin serlêdanên xw ebikin xebat bên kirin. Pêkanînan jidûrxistinamalê ya mêrê ku şidetê dike divê bidome." 
 
MA / Omer Akin