‘Jinên serî li malên stargehan didin, bi şewba vîrûsê ditirsîn in’

  • jin
  • 09:46 9 Nîsan 2020
  • |
img
AMED – Sekretera Jinê ya Şaxa SES’ê ya Amedê Rozerîn Çatak, diyar ku jinên serî li malên stargehan didin bi şewba vîrûsê ditirsîn in û got: “Divê dewlet di rewşa heyî de, ji bo jinan qadên jiyêna yên bê tundî ava bike.”
 
Qeyûmê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) hat kirin û şaredariyên navçeyan, di pêvajoya şewba vîrîsa korona de, serlêdanên malên stargehan ên ji bo jinên rastî tundiyê tên hatine vekirin, rawestandin. Sekretera Jinê ya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Rozerîn Çatak, diyar kir ku rawestandin serlêdanên malên stargehan, tê wateya tundiyê û wiha got: “Evê bibe sedama komkujiyan. Ji ber vîrûsa koronayê jin neçarin ku di malên xwe bimînin. Bi vî awayî bi tundiyê re rû bi û dimînin. Qeyûmên tayînê şaredariyan hatin kirin, polîtîkayên dijminantiyê li dijî jinan bi rêve dibin.
 
‘JINAN BI TUNDIYÊ RE RÛ BI RÛ DIHÊLIN’
 
Çatak, anî ziman ku qeyûman midurên zilam tayînî serokatiyên daîreyên jinan kirin û wiha got: “Serokatiyên daîreyên jinan girtin. Qeyûm li dijî jinan polîtîkayên cuda bi rêve dibin. Niha jî serlêdanên ji bo stargehên jinan rawestandin. Bi vî awayî jinan bi tundiyê re rû bi rû dihêlin. Serlêdanên ji bo Mala Jinê ya Kardelen a Şaredariya Rêzan û Navenda Lêkolînên Pirsgirêkên Jinan (DÎKASÛM) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tên kirin bi hinceta Kovîd-19 tên redkirin. Divê li malên stargehan bergirî ji bo Kovîd-19 bên girtin. Ger nekarin li stergahan bi cih bikin jî, wê demê divê li cihên weke otel, yûrd û qadên cuda bi lezgînê bên amadekirin.”
 
JINAN DITIRSÎNIN
 
Çatak, di dewam axaftina xwe de wiha got: “Jinên ku serlêdan dikin, ji aliyê rayedarên stargehan ve bi şewba vîrûsa koronayê tên tirsandin û bi taybetî serlêdanên jinên zarokên wan hene neçar dimînin ku serlêdana xwe paş ve bikêşin. Lê di rastiyê de tenduristiya jinên rastî tundiyê tên û parastina canê wê weke bergiriyên ji bo Kovîd-19 tên girtin girînge. Li vî welatî hejmara jinên hatine qetilkirin, ji ya kesên ji ber vîrûsê mirine zêdetire. Mînak, Navenda Pêşîlêgirtin û Şopandina Tundiyê (ŞONÎM) serlêdanên takekesî qebûl nake. ŞONÎM, destpê kê serlêdanên jinan beraliyê yan miduriyeta polîsan, an jî leşkeran dike. Van jinan ewil ji bo kontrola Kovîd-19 dibin nexwexaneyan. Ev jî dibe sedem ku jin bitirsin û dest ji serlêdana xwe berde. Bi vî awayî jinan cardin paşve dişinin nava tundiyê.”
 
MA / Arjîn Dîlen Oncel