Li Edeneyê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 14:01 9 Nîsan 2020
  • |
img
EDENE -Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê jinek rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Taxa Sarihamzali ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê Aysel Akkurt, dema ji malê derket û xwest çopê bavêje, rastî êrîşê hat. Akkurt ji aliyê kesên bi maşînê nêzî wê bû ve rastî êrîşa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Akkurt, bi  ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhan. Akkurt, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.