Guzel pêşniyazpirsa ‘cihên bi ewle’ pêşkêşî wezîr Zehra Selçûk kir

  • jin
  • 15:04 10 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE – Parlamentera HDP’ê Semra Guzel bal kişand tundiya li ser jinan di van rojên koronayê de pêk tê û ji wezîr pirsa “cihên ewlehiya jinan” kir. 
 
Parlamentera HPD’ê ya Amedê Semra Guzel rewşa jinên di van rojên koronayê de bi tundiyê re rû bi rû mane bir rojeva Meclîsê. Guzel pêşniyazpirsek derbarê parastina jinan de pêşkêşî Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk kir û bal kişand ser lezgîniya stargehên parastina jinan. Guzel di pêşniyazpirsê de da zanîn ku di van rojên her kes li male jin bi tundiyê re hevrû mane û tundî zêde bûye û got jin bêparastin tên hiştin. Guzel derbarê parastina jinan de ku tundî bi dawî bibe xwest wezîr Selçûk pirsên kirine bibersivîne.