Baroya Stenbolê: Jin êdî bi baweriya dê neyên cezakirin serlêdan nakin

  • jin
  • 12:39 11 Nîsan 2020
  • |
img
STENBOL - Cîgira Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê Bîrsen Baş Topaloglu, diyar kir ku bêyî zagona înfazê derbas bibe baweriya jiyan a ku bersûc bên darizandin û cezakirin nemaye û ji niha de serlêdana jinan a baroyê kêm bûye. 
 
Rayedarên hikûmetê û partiyên siyasî ji bo tedbîrên li dijî vîrûsê banga "Li mal bimînin" dikin. Lê li aliyê din di malê de tundiya li hemberî jinê zêde dibe. Li gorî lekolîna Baroya Stenbolê piştî banga li mal bimîne tundiya li ser jinê zêde bû. Dîsa îxraba tê kirin zêde bû. Têkildarî qedexeya derve, zagona înfazê ya li meclîsê tê niqaşkirin bertek û nerazîbûn zêde ne.  Cîgira Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê Bîrsen Baş Topaloglu ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wia got: "Bêyî zagona înfazê derbas bibe baweriya jiyan a ku bersûc bên darizandin û cezakirin nemaye û ji niha de serlêdana jinan a baroyê kêm bûye. " 
 
Topaloglu, anî ziman ku bi vê şewbê re tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha axivî: "Mekanîzmayên ku jin serî lê bidin û mafê wan bê parastin têr nakin. Gelek jin nikarin ji mafê xwe yê hiqûqî sûdê bigirin. Li gorî serlêdanên li Navenda Alîkariya Edlî ya Stenbolê hatine kirin di navbera 9'ê Adarê û 9'ê nisanê de kêm bûye. Ev nayê wê wateyê ku tundî kêm bûye. Piştî niqaşên vê zagonê êdî baweriya jinan ku bersûc û kujer bêne darizandin nemaye. Ev nîşan dide ku êdî jin nizanin dê çi bikin. Piştî qarantîna bi dawî bibe tê teqînek mezin û serlêdanek pir mezin çê bibe. Bi taybetî ji ber baro, edliye girtîne ev jî bandor dike. Ji ber vê yekê divê demek berîya demekê tedbîrên edlî bêne stendin. " 
 
Topaloglu, destnişankir ku li her bajarî ŞONÎM hene, lê ev bi tena serê xwe têr nakin û wiha lê zêde kir: "Me ji bo Stenbolê yekîneya parêzeran ava kir. Lê ev bi taybetî ji bo Stenbol ku binpêkirina mafê jinan pir zêde ye, pir kêm e. Hêj gelek jin nikarin xwe bigînin me. Li Stenbolê teqez navendek ku mafê jinan biparêze û piştgiriya qiqûqî bide ferz e. 
 
Pêşniyara Navenda Qeyrana Tecawizê ku di Peymana Îstanbul de heye tê kirin. Di vê pêvajoya ku şewb belav dibe û tundiya li ser jinê zêde dibe de navendek wisa lazim e. Hêj zagona înfazê derbas nebûye li ser darazê bandar kir. Bi hiqaşên vê zagona înfazê re serlêdan kêm bûne." 
 
MA / Semra Turan