Platforma Jinan a Dersimê: Ser gumanbar parastin û veşartin

  • jin
  • 13:48 13 Nîsan 2020
  • |
img
DERSIM – Platforma Jinan a Dersimê, ji bo Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin daxuyanî da û got: “Ser gumanbar Zaînal Abarakov parastin û veşartin.” 
 
Platforma Jinê ya Dersimê, derbarê aqûbeta Xwendekara Zanîngehê ya Mûnzûrê Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ligel 100 roj bi ser windabûna Doku re derbas bûn jî, hîna nehatiye dîtin. 
 
‘EMÊ HER TIM BIPIRSIN’
 
Di dewama daxuyaniyê de, wiha hat gotin: “Wê destûr ji bo reva qatilê Gulîstan nehatiba dayîn. Li Dersimê her kes gav bi gav tê şopandin. Lê ev 100 rojin bi tu awayî agahî ji Doku nayê girtin. Ser gumanbar Zaînal Abarakov bi awayekê pir aşkere hat parastin û veşartin. Lê ji ber ku me pirsa aqûbeta Gulistan kir, gaza îsotê li me reşandin û mudaxileyî me kirin. Dûre bi binçavkirinan hewl dan me bêdeng bikiln. Heya ku faîlên Gulîstan bên cezakirin, emê aqûbeta wê pirs bikin. Gulîstan Doku li ku derê ye?”