Derûnas Şedal: Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe

  • jin
  • 09:14 14 Nîsan 2020
  • |
img
WAN - Derûnas Gulbahar Şedal, bal kişand ser bandora tevdîra "dimaldemayînê" ya li ser jin û zarokan û ev tişt pêşniyar kirin: "Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe. Bira ev pêvajo bibe dema ronîbûnê." 
 
Derûnas Gulbahar Şedal, bandora tevdîra "dimaldemayînê" ya li dijî şewba Covîd-19'yê ya li ser jin û zarokan nirxand. Şedal, anî ziman ku di vê pêvajoyê de dibe ku di mirovên tirsa mirinê bi wan re çêbûye de pirsgirêka kontrolkirina hêrsê peyda bibe û got, divê ev pêvajo ji bo zarokan baş bê vegotin û ji bo jinan jî ev pêşniyar kir: "Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe. Bira ev pêvajo bibe dema ronîbûnê." 
 
PIRSGIRÊKA KONTROLKIRINA HÊRSÊ 
 
Şedal, bal kişand ser ser tevdîra "dimaldemayînê" û got, wê di vê pêvajoyê de şideta li di nav malê de ya li ser jin û zarokan zêde bibe. şedal, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de dibe ku di kesên tirsa mirinê bi wan re çêdibe de pirsgirêka kontrolkirina hêrsê derkeve holê û got: "Wê ev jî şideta nav malê zêdetir bike. Lê divê ev tişt jî bê zanîn, heger çîroka şideta ya navmalê ya hin malbatan ji berê de hebe, wê ev malbat zêdetir tesîrê ji vê pêvajoyê bigirin. Loma divê hem jin hem jî zarok di warê fizîkî û derûnî de xwe biparêzin." 
 
Şedal, destnîşan kir ku jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin dibe ku ji ber tirs, bêkontrolî û bêçaretiyê nikaribin alîkariyê bixwazin û ji bo vê jî bal kişand ser girîngiya çavkaniyên ku karibin ji alîkarî û piştgiriyê bixwazin. Şedal, diyar kir ku jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin divê bêyî ku bi derengî bikeve serî li saziyan bidin û got: "Ji bo jiyana xwe li devereke ku bi şidetê re rû bi rû nemînin ji nû ev ava bikin, divê têkoşîna xwe bidomînin. Di vir de tedawiya derûnî girîng e. Pêşî divê di warê psîkoterepiyê de piştgiriya wan bê kirin, di warê ruhî de baş bên tedawîkirin." 
 
Şedal, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rewşa herî zêde bandorê li jin û zarokan dike jî fikra "rêyeke revê tuneye" û got, bi vî awayî ên şidet li wan tên kirin û ên şidetê dikin li heman cihî dimînin û dema mayîna bi hev re dirêj dibe. Her wiha Şendal, destnîşan kir ku divê ev pêvajo baş ji zarokan re bê vegotin û got: "Di vê pêvajoyê dûrketina zarokan a ji nêvengên civakiyî, dibe ku asta civakîbûyîna wan kêm bike. Ji bo karibin bi hevalên xwe re pêwendiyê deynin divê sûdê ji teknolojiyê bigirin. Ji bo vê divê destûr bê dayîn. Dibe ku zarokên we bîriya hevalên xw ebikin. Loam divê ev yek neyê sînordarkirin." 
 
‘GUH BIDIN XWE' 
 
Şedal, destnîşan kir ku divê jin vê pêvajoya dimaldemayînê rast bi kar bînin û got: "Bila lê hûr bibin ku kîjan hêla wan xurt e û kîjan hêla wan hatiye tepisandin. Gava ewil lêhûrbûn e; çimkî hayjêhebûn mifteya guherînê ye. Gava din jî; divê hestên hatine tepisandin, bên fêmkirin û paşê bên xurtkirin. Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe. Jina guh bide xwe, hestên xwe fêm bike xurt e. Bira ev pêvajo bibe dema we ya ronîbûnê. Hûn bi rewşa ku jê ditirsin re rû bi rû ne. Her ku hûn tirsên xwe keşif bikin, wê biçûk bibin. Ji bo xwe demeke taybet evqetînin. Ji bo vê bira daxwazker bin. Di nava xwe de axaftinên ku rêzgiriya we zêdetir dikin bikin. Ji bîr mekin, hûn çi qasî bi rêzgirî nêzî xwe bibin wê derûniya we jî ew qasî xurt be û teqez egzersizên nefesê bikin. Wê ev bibe sedema lêhûrbûneke baş." 
 
MA / Ozlem Yayan