Jinên tundî li wan tê kirin ji emniyetê paş ve tên şandin

  • jin
  • 10:09 14 Nîsan 2020
  • |
img

AMED – Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî diyar kir ku di pêvajoya izolasyonê de cihên alternatîf ku jin serlêdanê dikin her roja ku diçe têm kêmkirin û jinên serî li emniyetê didin jî paş de tên şandin.

Ji ber vîrûsa koronayê di mal de mayîn vê carê bû sedemê zêdekirina tundiya li dijî jinan. Li gorî daneyên sazî û rêxistinên jinan eşkere dikin tundiya li dijî jinan û kuştina jinan di vê mehek koronayê de jî zêde bûye.
 
SERLÊDAN ZÊDE NE
 
Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Asli Pasînlî tundiya li ser jinan nirxand. Pasînlî diyar kir ku di pêvajoya îzolasyonê de serlêdanên jinên ên tundiyê û dest ji hev berdanê yên ji bo Baroya Amedê zêde bûne. Pasînlî destnîşan kir ku di pêvajoya îzolasyonê de her roja ku diçe cihên alternatîf ên ji bo serlêdana jinan jî tên kêmkirin û got: “Gelek saziyan xebatên xwe dane rawestandin. Di vê pêvajoya girîng de stargeh divê hin bêtir vekirîbûna û bixebitîna. Lê wan jî wan jî xebata xwe ya serlêdanê rawestandiye. Rawestandina xebat û saziyên jinan rê li ber zêdebûna tundiyê vedike. Jin bêtir bêparastin mane û bi êrîşan re rû bi rû mane. Bi taybetî jî stargehên girêdayî şaredariyên Amedê xebatan dane rawestandin. Ev jî nayê qebûlkirin.”
 
JI EMNIYETÊ PAŞ DE TÊN ŞANDIN
 
Pasînlî anî ziman ku jinên diçin serî li malên stragehê didin daxwazên wan paş de tê dayîn û arasteyî emniyetê tên kirin û got: “Bêyî ku li emniyetê ji bo jinan muameleyek were kirin wan pai de dişînin. Jinên tên serî li me didin vê yekê dibêjin. Li emniyetê ji gilî û gazinên jinên serî li wan didin re nabin bersiv.”
 
JI BO DESTEKÊ AMADE NE
 
Pasînlî diyar kir ku divê li dijî tundiya jinan a di vê pêvajoya şewbê de zêde bûye cihên serlêdanê yên alternatîf li pêş bikevin. Pasînlî got jinên dixwazin serlêdanî wan bikin dikarin bi rêya telefon û dîjîtalê destekê ji wan bixwazin.
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel