Înîsyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê: Di warê hiqûqî û civakiyî de divê piştgiriya jinan bê kirin

  • jin
  • 09:21 16 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Înîsyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê, hişyar kir ku ji ber ku mirov ji ber şewba coronayê bi rojan de di mal de ne şideta li ser jinê jî zêde bûye û got, divê di warê civakî û hiqûqî de piştgiriya mirovan bê kirin. 

Înîsyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê, pirsgirêkên ku dê ji ber dimaldemayînê ya ji ber şewba vîrûsa coronayê rû bidin nirxandin. 
 
Înîsyatîfê, destnîşan kir ku ji bo pêşî li belavbûan vîrûsê bê girtin mirov di mal de dimînin û ev yek jî civakê ji talûkeyeke mezin diparêze, lê belê ev ji bo jinan rê li ber talûkeyeke mezin vedike û got, jinên di mal de ne xwe ewle hîs nakin. Înîsyatîfê, diyar kir ku di vê pêvajoyê de mal ji bo jinan cihên herî talûke ne û got, ji roja tevdîrên li dijî şewbê dest pê kirine şideta li se rjinê jî zêde bûye. Înîsyatîfê got: "Ji ber vîrûsa coronayê ji gel tê xwestin ku dernekeve derve. Lê belê ev rewş bi taybetî jî ji bo jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin rewşeke pir talûke ye. Gelek jin, tevî mêrê ku şidetê li wan dikin ji mecbûrî di malekê de dimînin." 
 
Înîsyatîfê, destnîşan kir ku rewşên awaret tim û tim newekehviya zayendî xirabtir dike û got: "Krîza coronayê dimaldemayînê ferz dike. Ev jî barê jinê girantir dike. Bi ser de jî neraîbûna mêr, jiyana jinê girantir dike." 
 
Înîsyatîfê, anî ziman ku di serî de sazî û dezgehên mafên jinan û bi giştî jî hemû saziyên fermî divê di warê hiqûqî û civakiyî de piştgiriya jinê bikin. 
 
Her wiha înîsyatîfê bal kişand ser rewşa zarokan jî ku wê tesîreke neyînî ji panîk û fikarên ji ber vîrûsa coronayê bigirin û got, dê û bav pêşî divê tirsa xwe kontrol bikin. Înîsyatîfê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de bi awayek rast û dirûst serwextkirina zarokan pir girîng e û got, di vî warî de divê malbat hesas tev bgerin û pirsên zarokên xwe bêbersiv nehêlin. 
 
Înîsyatîfê ji bo zarokan bal kişand ser înternetê jî û got, di vê pêvajoyê de zarok ji înternetê û medyaya civakiyî tesîrê digirin û loma divê dê û bav wan ji vê yekê dûr bixin û bi taybetî jî dê lîstikên berê li gundan dilîstin hînî wan bikin.