Li Wanê jinek hat kuştin

  • jin
  • 08:47 17 Nîsan 2020
  • |
img

WAN - Li Navçeyaa Îpekyolu ya Wanê jina bi navê N.A li malê hat kuştin. 

Li taxa Kevenlî ya navçeya Îpekyolu ya Wanê, jina bi navê N.A li malê hat kuştin. N.A' li malê bi çekê hat kuştin. Piştî cîranan dengê çekê bihîst, bang li polîsan kirin. Polîs û yekîneyên tenduristiyê hatin mala N.A., û dîtin ku N.A., li malê jiyana xwe ji dest daye. Piştî otopsiyê cenazeyê N.A, li Goristana Wanê ya bajar defin kirin. Têkildarî mijarê tu kes nehat binçavkirin. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.