Atolyeya xweparastinê ya onlîne ya Piştevaniya Morê

  • jin
  • 09:04 18 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Piştevaniya Morê ku li dijî şideta li ser jinê ya di pêvajoya şewbê de zêdetir bûye, atolyeyên xwe yên xweparastinê yên onlîne didomîne û hemû jinan ezimand atolyeyên xwe. 
 
Piştevaniya Morê, atolyeyên xwe yên xweparastinê yên li dijî şideta li ser jinê ya di pêvajoya Covîd-19'yê de zêetir bûye bi awayekî onlîne pêk tîne. Endama Piştevaniya Morê Yeşîm Guzel, anî ziman ku jin tenê ne bi awayekî fizîkî, bi awayekî hestî û civakiyî jî bi şidetê re rû bi rû dimînin. 
 
Guzel, destnîşan kir ku xweparastin di asta "êdî bes e" de dest pê dike. Guzel, bal kişand ser zêdebûna şideta li ser jinê û got: "Em û jinan di atolyeyên xweparastinê yên li dijî şideta mêr li hev kom dibin. Em li ser qenala xwe ya Youtube'yê weşanê dikin. Ji xeynî xweparastinê atolyeyên me yên din jî hene. Em çalakiyên dibin cihê kêfxweşî û hêviyê li dar dixin. Her wiha di warê hiqûqî, derûnî û tenduristiyê de em şêwirmendiya jinê dikin û piştgiriyê didin wan." 
Güzel, tüm kadınları online ortamda atölyelere katılmaya davet etti. Güzel, son dönemlerde birçok kadının kendilerine ulaştıklarını ve psikolojik ve hukuki destek verdiklerini ifade etti.
 
ŞIDET ZÊDE BÛ 
 
Guzel, ji bo qanûna înfazê ya nû re got, ditirsin ku ji ber vê şideta li se rjinê zêdetir bibe û got: "Ji niha û pê be çi şidet, tecawiz û cnayet pêk bên berpirsiyar kesên ku kiryar berdane bi xwe ne." 
 
Guzel, destnîşan kir ku li dijî êrîşan jinan dev ji têkoşînê bernedaye û got: "Ji bo me jina qanûnên parastinê pir girîng in, lê bi vê re pêdiviya me bi têkoşîneke rêxistinbûyî jî heye. Wekî ehr serdemê di vê serdemê de jî pêdiviya me jinan bi hev heye. Em ê hem xwedî li mafên xwe yên me bi dest xistine derkevin hem jî em ê bi bîbirirya ku tu jinê ne di ewlehiyê de ne tev bigerin." 
 
Kesên dixwazin tev li atolyeyan bibin dikarin hesabê Twîtter, Youtube û Instagramê yên Piştevaniya Morê bişopînin. 
 
MA / Zemo Aggoz