Jina ku felç ma: Qanûna înfazê ji bo jinan heqarete

  • jin
  • 09:21 18 Nîsan 2020
  • |
img

STENBOL - Handan Aşkin a ku xwest Emre Aşkin berde û aliyê wî ve hat lêxistin û felç ma, diyar kir ku qanûna hat derxistin, ew bi rojan xistiye nava fikar û tirseke mezin û got: “Emre Aşkin ji derveyî qanûnê mayîn başe, lê ev qanûn ji bo hemû jinan heqarete.”

 
Qanûna înfazê ya ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîv-19) hat derxistin û li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin, di rojnameya fermî de hat weşandin. Ji ber qanûna nû rê li ber berdana 90 hezar girtiyan ve bû. Girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûnê hatin hiştin. Qanûna ku rê li ber berdana sûcên zayendî vekir, rastî bertekên rêxistinên jinan hat.
 
Jinên ku berî rastî tundiya zilaman hatibûn û bi awayê giran hatibûn birîndarkirin, di nava tirs û fikarek mezin de derxistina qanûna nû şopandin. Yek ji van jinan ku raya giştî ji nêz ve doza wê dişopîne Handan Aşkin e. Handan Aşkin a ku bi fikarek mezin derxistina qanûnê şopandin, tirsiya ku zilamê ew birîndar kir û felç hişt bê berdan.
 
‘EZ DI NAVA TIRSÊ DE DIJÎM’
 
Aşkin, diyar kir ku parêzaran ji wê re gotin ku Emre Aşkin ji derveyî vê qanûnê dimîne û wiha axivî: “Vê yeke hinekê dilê min rehet kir. Ev qanûn bi rojan min di nava gumanek mezin de şopand. Ez ne derketina wî bi bihîsim jî, tirs û fikara min derbas nabe. Derketina wî ya ji girtîgehê, tê wateya kuştina min. Hîna jî ditirsim ku derkeve. Ev 4 salin ez bi vê tirsê re dijîm.”
 
‘EV QANÛN SÛCDARÊN ZAYENDÎ BI CESARET DIKE’
 
Aşkin, da zanîn ku qanûna hat derxistin sûcdarên zayendî bi cesaret dike û wiha got: “Evê hêzê bide wan. Di heman demê de wê tundî û komkujiyên li dijî jinan zêdetir bike. Belê, dibe ku kesên mîna Emre Aşkin ên sûcên giran kirine neyin berdin. Lê kesên gef li jinan xwarine, tundî li jinan kirine, tacîz û tecawîzkar wê bên berdan. Di encamê de ev zilam jî sûcdarin. Niha van zilaman berdidin. Wê dîsa heman tiştî bikin. Li welat pêşiya tundî û komkujiyên jinan nagirin. Berevajî sûcdaran diparêzin û cezayên wan xelat bikin didin wan. Niha tu ewlekariya canê jinan tuneye. Ez jî di nava deqeyekê de birîndar kirim. Bergiriyên heyî ji pirsgirêkan re nabin çareserî. Bi vê qanûna derxistin, sûcdar dîsa xelat kirin. Ev qanûn ji bo hemû jinan heqarete. Divê jin li dijî vê qanûnê bibin yek û piştevaniya xwe mezin bikin. Bi piştevaniyê dengê xwe bilindtir bikin û li dijî vê qanûnê derbikevin. Êdî bese.”
 
PARÊZER: KESÊN SÛCÊN GIRAN KIRIN WÊ NEYÊN BERDAN
 
Parêzera dosyayê Gul Erdogmûş jî, diyar kir ku ev qanûn bandorê li Emre Aşkin nake û hinceta wê wiha aşkere kir: “Ji bo kesên bi ‘zanebûn kuştinê’ tiştek ji vê qanûnê dernakeve û bandorê li wan nake. Pêşnûmeya berê ji bo wan derbas dare. Ev paketa înfazê ne di warê erênî û ne jî neyînî de bandorê li Handan nake. Feydeyekê me ya wiha heye. Kesên di çarçoveya Hevpeymana Îstenbolê de hatin cezakirin, berî ku bên berdan mexdûr tên agahdar kirin. Ji ber vê tişta divê em bikin, divê em dosyayê ji Navenda Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONÎM) re ragihînin. Ev derbarê kesan de agahî girtin.”
 
MA / Semra Turan