‘Beriya Zeliha bê kuştin em dengê wê bibhîzin'

  • jin
  • 14:27 18 Nîsan 2020
  • |
img
ÎZMÎR - Parlamentera CHP'ê Sevda Erdan Kiliç, bal kişand ser banga Zelîha Erdemîr a ji ber dest ji hevjînê xwe berda rastî gefa kuştinê tê got: "Em dengê wê bibhîzin, lê beriya ku bê kuştin divê em dengê wê bibhîzin." 
 
Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Sevda Erdan Kiliç, têkildarî banga Zelîha Erdemîr a li navçeya Dîdîm a Aydinê dest ji hevjînê xwe Murat Cem Kara berda û rastî lêdan û gefên kuştinê yên Kara hat, daxuyanî da. Sevda Erdan Kiliç, têkildarî banga Zelîha Erdemîr diyar kir ku di sala 2011'an de zewicî û 6 meh şûnde rastî tundiya hevjînê xwe hat. Kiliç, ani ziman ku Zeliha bi rêk û pêk rastî tundiyê hat û heta cotmeha 2014'an berdewam kir û wiha got: "Zehîla di 28'anûna 2015'an de dest ji hevjînê xwe berda. Piştre dîsa rastî tundiya hevjînê xwe yê berê hat  û gelek caran Zeliha li kolanê rastî lêdanê hat. Beriya ku Zelîha ji aliyê hevjînê xwe ve bê kuştin divê em dengê wê bibhîzin. Divê em banga wê temaşe nekin."