Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bila Kurd hevdû mohtacî dagirkeran nekin

  • jin
  • 13:00 19 Nîsan 2020
  • |
img
AMED - Platforma Yekitiya Jinén Kurd, li dijî êrîşên ser gelê kurd û komkujiyên li ser gelê Kurd pêş dikevin, bang li hemû rêxistin, partî, dezgeh û rûsipiyên Kurdistanê kir ku kurd hevdu mihtacî degirkera nekin û got: "Bila di vê dema dijwar de aştiya navxweyî  mayinde bikin. Wekî seferberiyé derfetên xwe parve bikin. Jiyana kurdekî jî bikeve xeterê dê dilê dayik û civaka kurd perçe bibe." 
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, têkildarî êrîşên li ser gelê Kurd û komkujiya li ser kurdan tê meşandin banga yekîtiyê kir. Platforêm ji ber şewba vîrûsa corona daxuyaniyek nivîskî weşand û xwet Kurd aştiya navxweyî mayinde bikin û wekî seferberiyê derfetên xwe parve bikin. Platformê anî ziman ku Kurdistan di rewşeke zor û zehmet  de derbas dibe û wiha got: "Kurdistan di bin dagirkeriya nijaperest, olperest û zayenperestiyê de ye. Di vê demê de dagirker şewba koronayê li dijî civaka kurdan wekî çekê dagirkeriyê bi kar tîne, alîkariya navxweyî astend dike û civakè bêderfet dike, qetliam a jinan meşrû dike. Di heman demê de tovikên neyartiyê jî di nava kurdan de dixwezin biçînin û mayinde bikin."  
 
BANG
 
Platformê banga yekîtiya neteweyî jî kir û wiha bi dawî kir: "Em wekî jinên Kurd bangî hemû sazî, dezgeh, rûsipî û rîsipîyên kurdîstané dikin ku bila kurd hevdu mihtacî degirkera nekin. Bila di vê demê dijwar de aştiya navxayî   mayinde bikin. Wekî seferberiyê derfetén xwe parve bikin. Jiyana yek kurdî jî bikeve xeteré dé dilé dayik ú civaka kurd perçe bibê." 
 
DIVÊ KURD NEYÊN LÎSTIKAN
 
Roj roja yekitiya netewî ya kurden hîn bi hêz bibe, perçe nebe. Roj roja  Kurd neyên leyostok û daxwaza neyara. Roj roja kurd hevdû ji dagirkeran biparêzin û tekoşîna azadiyê kurdîstané bi hev re xurt bikin. "