‘Pakêta înfazê wêrekiyê dide kiryaran’

  • jin
  • 09:01 20 Nîsan 2020
  • |
img
ÎZMÎR – Parêzer Sena Yazibagli diyar kir ku pakêta înfazê tenê ne faîlan bi wêrek dike di heman demê de rê li pêşiya mexdûrên tundiyê re dimînin jî digire. 
 
Bi destê AKP-MHP’ê guhertina yasaya înfazê pêk hat. Piştî guhertina qanûnê hat ji aliyê Meclîs û Serokkomar Erdogan ve hat pejirandin, tê gotin bi deh hezaran kiryar ango kujerên tundiyê li jinan kirine, tecawiz kirine, îstîsmara zayendî pêk anîne, serçete, dizek, pêwaz û sûcên din hatin berdan. Parêzer Sena Yazibagli guhertina pakêtê nirxand û da zanîn ku guhertinê rê li ber wêrekiya tundiya jinan û îstîsmara zayendî vedike û daxistina sûcên zayendî talûkeyê bi xwe re tîne û vê yekê wek ecêba hiqûqê pênase kir. Yazibagli diyar kir ku pakêta înfazê tenê ne faîlan bi wêrek dike di heman demê de rê li pêşiya mexdûrên tundiyê re dimînin jî digire. 
 
MA / Esra Solin Dal