Faîlên tên berdan jinan dikin nav fikaran

  • jin
  • 11:44 23 Nîsan 2020
  • |
img
ÎZMÎR – Ji KCDP’ê Hîlal Sûsûz, diyar kir ku kesên sûcên tundiya li ser jinan kirine, bi sererastkirina înfazê tên berdan û xwest ku kesên tên berdan bên kontrolkirin.
 
Bertekên li dijî sererastkirina înfazê ku AKP-MHP’ê derxistin didomin. Din av çend rojan de 2 kesên ku hatibûn berdan, li dijin û zarokan sûc kirin. Muslum Aslan ku ji ber hevjîna xwe kêr kiribû hatibû girtin, bi sererastkirinê hat berdan û keça xwe ya 9 salî kuşt. Nesîbe T. hevjînê wê yê berê Veysel S. ku bi sererastkirinê hat berdan, çû ber derê mala Nesîbe T. gef lê xwar. Nesîbe T. ev kêliyên gefxwarinê qeyd kir û li ser medya civakî parve kir. Tu sazî û dezgeh agahî neda Nesîbe T ku hevjînê wê yê berê ji ber tundiya ku lê kiribû hatibû girtin, hatiye berdan. Piştî parvekirina Nesîbe T. dagehê cezayê malê yê kelemçeya elektronîk da Veysel Ş. Rêxistinên jinan dixwazin kesên ku hatine berdan bên kontrolkirin.
 
MALBATAN MEXDÛR DIKE
 
Ji Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Hîlal Sûsûz, diyar kir ku berdana kesên ku li dijî jinan sûc kirine ya ji ber sererastkirina înfazê jinan dike nav fikaran û wiha got: “Berdana kesên ku bi têkoşîna malbatên jinên ku tundiyê li wan hatiye kirin, hatibûn girtin, malbatan mexdûr dike. Bi vîrûsê re tundiya li ser jinan zêde bûye. Li şûna astengkirina vê yekê dewlet kesên ku jinan kuştine û tundiyê li wan kirine ber dide.”
 
JI BERDANÊ RE JÊHATÎ NE
 
Sûsûz bandora sererastkirina înfazê ya têkildarî dozên jinan wiha nirxand: “Ji destpêkê ve dibêjin ku sererastkirin dozên jinan nahewîne. Lê di qanûnê de têkildarî sûcê jin û zarokan tiştek tuneye. Bêyî ku binêrin kesê ku sûc kiriye jin û zarokan kuştiye ya na berdan. Ji ber vê yekê sererastkirinê bandora xwe li dozên jinan jî kir. Jin dixwazin ku kesên ku tundiyê li wan kirine neyên berdan. Lê dewleta ku ji bo astengkirina cînayetên jinan tu tişt nake di şevekê de sererastkirina ku sûcdarên jinan ber de li meclise qebûl kir.”
 
DIVÊ BERDAN BÊ RAGIHANDIN
 
Di berdewama axaftina xwe de Sûsûz, destnîşan kir ku divê berdana sûcdarên jinan ji jinan re bê ragihandin û ev tişt anî ziman: “Kesên ku tundiyê li jinan kirine divê berdana wan ji jinên ku tundî li wan hatiye kirin re bê ragihandin. Lê ev yek nehatiye kirin. Ji ber vê yekê jin bi fikar in. Divê mafê jiyanê yê jinan bê parastin û kontrolkirin. Divê xetên îxbarê yên tundiya jinan bên zêdekirin û ji bo vê yekê divê dewlet pergala xeteke online ava bike.”
 
MA / Sevda Aydin