Ji bo kujerên jinan 'efûyeke sergirtî'

  • jin
  • 09:04 24 Nîsan 2020
  • |
img
MÊRSÎN - Seroka Navenda Mafên Jina ya Baroya Mêrsînê Şîrîn Guner, anî ziman ku qanûna înfazê ya nû di cinayetên jinan de ji bo kiryaran "efûyeke sergirtî" di xwe de dihewîne û got, divê mekanîzmayên ku jinan diparêzin têkevin dewrê. 
 
Seroka Navenda Mafên Jina ya Baroya Mêrsînê Parêzer Şîrîn Guner, berdana bi hezaran kesên ji ber cinayetên jinan û sûcên zayendî hatibûn girtin û cezakirin ya bi qanûna înfazê ya nû re wekî "efûya sergirtî" nirxand. 
 
MAL TALÛKETIR BÛNE 
 
Guner, anî ziman ku di pêvajoya karantînayê de wê jin xwe di ewlehiyê de hîs nekin û got, sûcên li hemberî jinan li malên ku jin xwe tê de ewle hîs nakin pêk tên. Guner, got: "Di rojên karantînayê de mal ji bo jinan talûketir bûne. Çimkî neyta sûckirinê û hincetên zilaman zêdetir bûne. Di rojên karantînayê de li gor sûcên din sûcên li hemberî jinan ji sedî 21 zêdetir bûne. Li welatê me her sal 400-500 jin dibin qurbana cinayetê, sûcên zayendî yên li dijî jin û zarokan di ser rêjeya cîhanê re ye. Her wiha em hay ji hêla ku naxuyê jî hene. Di rojên karantînayê de xwegihandina jinên mexdûr zehmet bûye. Di vê pêvajoya ku pêwendiya di navbera mirovan de kêm bûye, jin û zarok li hemberî sûcan bi tenê mane." 
 
‘MEKANÎZMAYEKE PARASTINER DIVÊ' 
 
Guner, diyar kir ku hê di destpêka sererastkirinê de tim bilêv kirine ku divê di warê jin û zarokan de hesasiyetek hebe û got, divê kesên ji be rsûcên zayendî û şidetê girtîne daxilî nav vê yekê neyên kirin. Guner, got: "Kiryarên sûcên li hemberî jin û zarokan tên kirin piranî jê ferdên malbatê ne; bira, hevjîn, hevjînê berê, dildar, bav û zarokên kur in. Gava hûn van kesên ku cez ali wan hatiye birîn bêyî ku cezayê xwe bikişînin û hûn rabin wan berdin, hûn ê bikin ku jin û zarokên li malê bi heman talûkeyê re rû bi rû bimînin. Heger hûn bêjin ilem ji bo şewbê gere girtîgeh bên valakirin, pêşî divê ji bo van kiryarên sûcî tevdîrine cuda bên girtin û mekanîzmayeke ji bo parastina mexdûran têkeve dewrê. Heger bêyî mekanîzmayên ku jinan diparêzin hûn rabin wan berdin, wê cinayetên jinan zêde bibin û wê bên merhaleyeke ku pêşî lê neyê girtin. Me gişa dît, gava girtî hatin berdan zarokek û dayikek hatin kuştin. Ev yek jî me jina piştrast dike." 
 
‘EV QANÛN EFÛYEKE SERGIRTÎ YE' 
 
Guner, anî ziman ku bi vê qanûnê re gelek zilamên cinayetên jinan û sûcên zayendî kirine bi destê îqtidar tên efûkirin û got, bi vê efûyê re careke din texileriya di cinayetên jinan de hatiye tunekirin. Guner, got: "Ji bo pêşî li sûc bê girtin, pêşî divê mirov bi awayekî baş li ser awayê wê civakê hûr bibe û li gor wê tayina ceza bike. Lê em dibînin ku di qanûna înfazê ya nû de hema bêje ji bo sûcên bi vî rengî efûyek hatiye derxistin, efûyeke sergirtî. Gava rewş wiha be wê texilkeriya cezayî jî ji holê rabe. Di hin danişînan de em dibînin ku bersûc gefan li mexdûran dixwin û dibêjin 'Gava ez derkevim tu yê bibînin!' Ev qanûn ji bo van gefan bûye firsend." 
 
MA / Ergîn Çaglar