Dîsa jin û zarok berdêla wê didin

  • jin
  • 09:03 26 Nîsan 2020
  • |
img
AYDIN - Berdevka Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê Tahsîne Saran, bertek nîşanî guhertina zagona înfazê da û diyar kir ku bi vê guhertinê sucdarên jin û zarokan tên berdan û dîsa zarok û jin berdêla vê yekê didin. 
 
Zagona înfazê bi daxwaz û plana AKP- MHP'ê hat meclîsê û bi denê AKP-MHP'ê di meclîsê re derbas bû û kirin zagon. Her çend HDP, CHP, ÎYÎ Partî û Rêxistinên civakî û demokratîk bertek nîşan dan jî AKP û MHP'ê pêşniyar û rexne li ber çavan negirt û zagon di meclîsê re derbas kir. Bi vê zagonê dê nêzî 160 hezar girtiyên edlî serbest bêne berhdan. Dîsa nêzî 130 hezar girtiyên siyasî û yên din jî nikarin sûdê ji vê zagonê bigirin. Têkildarî mijarê Berdevka Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê Tahsîne Saran, bertek nîşanî guhertina zagona înfazê da û diyar kir ku bi vê guhertinê sucdarên jin û zarokan tên berdan û dîsa zarok û jin berdêla vê yekê didin. 
 
Saran, diyar kir ku hikûmetê vîrûsa corona (Covid-9) kir hincet û girtiyên ku li dijî zarok û jinan sûc kirine serbest berdan û wiha  got: "Îqtîdarê şewba vîrûsê ji xwe re kir firsend. Hikumete bi vê yekê jin û zarokên ku berê mexdûr bûbûn carek din mexdûr kir. Bi vê yekê di serî de jin û hemû beşên civakê xistin bin rîskek mezin. Bi vê zagonê dê dîsa jin û zarok berdêlên giran bidin. Jin di vî şertê qerantînayê de terkî mirine hatin kirin. 
 
Saran, da zanîn ku hikûmet bi polîtikayên zayendperst ên li dijî jinê, her roj tundiya li dijî jinê dijwartir dike û wiha bi dawî kir: "Bi vê zagona înfazê jinên di malê de hatine hepiskirin dê carek din rastî tundiyê bên. Ji ber vê yekê tundiya li dijî jinê dê zêdetir bibe. Li gorî daneyên Baroya Stenbolê di 41 rojên dawî de 178 zarok rastî îstîsmarê hatine. Ev kesên li dijî jin û zarokan sûc kirine, dema serbest têne berdan tên kontrolkirin an na, kes nizane. Divê teqez tedbîrên mezin bêne girtin. Divê bi lez Peymana Îstanbulê têxin meriyetê. Em dixwazin bi lez tedbîran têxin meriyetê."