Piştî girtiyên edlî hatin berdan tundiya li dijî jinê zêde bû

  • jin
  • 09:11 27 Nîsan 2020
  • |
img

ENQERE - Seroka Navenda Gelînçîk a Baroya Enqereyê Prz. Asli Arihan, diyar kir ku piştî zagona înfazê û berdana girtiyên edlî tundiya li ser jinê zêde bû. 

Îqtîdara AKP- MHP'ê bi hevre Zagona Înfazê amade kirin û di 15'ê Nîsanê de di meclîsê re derbas kirin. Piştî zagona înfazê bi deh hezaran girtî hatin berdan. Piştî girtiyên edlî hatin berdan tundiya li ser jin û zarokan zêde bû. Têkildarî tundiya li ser jinan û berdana girtiyên edlî Seroka Navenda Gelînçîk a Baroya Enqereyê Prz. Asli Arihan, nirxandin kir. Arihan, diyar kir ku piştî zagona înfazê û berdana girtiyên edlî tundiya li ser jinê zêde bû. Arihan xwest jinên rastî tundiyê tên û bi fikarin serî li rayedarên edlî bidin. 
 
Arihan, da zanîn ku Navenda Gelîncîk a Baroya Enqereyê Xeta Piştevaniya Têkoyîna li Dijî Tundiyê (444 43 06) vekirine û ji çar aliyê Tirkiye jin dikarin şev û roj bê navber xwe bigînin wan. Arıhan, bal kişand ser zêdebûna tundiyê û wiha got: "Di vê pêvajoyê de tundiya li ser jinê pir zêde bûye. Dîsa jinên bi tirsa rastî tundiyê bên jî zêde bûne. Bi vê guhertinê dê kî bê berdan û kî neyê berdan, kesên berdan dê biçin ku ne diyar e. Kesên rasti tundiyê tên dikarin serî li qereqolên nêzî xwe bidin. Rêxistdinên jinan jî divê teqez serlêdanên tên kirin ji navendên jinan re ragihînin."  
 
Arihan, xwest pergala darazê ya heyî jî têxin meriyetê û bi şiklekê pergala darazê bidin xebitandin û wiha lê zêde gir: "Ger ku serlêdan tune be wekî ku tundî tune ye didin xuyakirin. Jinên têne kuştin tenê ji wan ji sedî 7 serî li darazê û saziyên eleqeder didin. Divê jinên rastî tundiyê tên teqez serî li Xeta Piştgiriyê ya Civakî ya girêdayî Wezareta Polîtikayên Civakî û Xebata Malbatê bidin. Divê teqez li xeta 183'an bigerin. Divê tundiyê têxin qeydan. 
 
Kesên bi rêya darazê encam negirtin jî bila serî li parêzer û baroyan bidin. Ev dozek civakî ye û gelek hevalên me yên parêzer dê bi dildari beşdarî dozê bibin. 
 
DARAZA BÊ CEZAKIRINÊ HATIYE AVAKIRIN
 
Arıhan, destnîşan kir ku bi zagona înfazê daraza bê cezakirinê hat avakirin û wiha bi dawîe kir: "Dixwazin bi vê yekê hişê 'Em çi bikin bikin kesên sucdar dê bên efûkirin' ava bikin. Ez zagon li dijî xala wekheviyê ya Destûra Bingehîn e. Dê îtîraza wê li Dadgeha Destûra Bingehîn bê kirin. Ji ber vê yekê ger ku bibin Dadgeha Destûra Bihgehîn dikare encamên cuda derkeve. Bi vê zagonê faîl bêyî bêne cezakirin û bêne islahkirin serbest tên berdan. 
Divê li gel her tiştî jin piştevaniya xwe xurt bikin. Tevgera jinan ji her demê bêtir xurt e. Ji ber piştevaniyê jin xwe bi hêz dibînin. 
 
MA / Zemo Aggoz