Jinên Şengalî: Em şerê birakujiyê naxwazin

  • jin
  • 12:59 27 Nîsan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên TAJÊ’yê diyar kirin ku Hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide şerê birakujiyê derxîne û diyar kirin ku ew şerê birakujiyê naxwazin û divê li dijî êrîşên dagirkeran jî kurd yekitiya xwe êdî ava bikin
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li Mexmûr, Serêkaniyê, Girê Spî, Zînî Wertê didomin. Bertek û nerazibûnên gelê Kurd ên li dijî êrîşan zêde dibin. Herî dawî TSK'ê êrîşî herêma Zînî Wertê û Mexmûrê kiribûn. Têkildarî mijarê jinên êzdî yên şengalî ji Jinnewsê bi Ehlam Hecî û Nesrîn Hisên re axivîn.
 
Der barê mijarê de endama Tevgera Jinên Êzdî (TAJÊ) Kinê Xidir ji ewil êrîşên li Zînî Wertê yên li dijî hêzên gerîla şermezar kir û wiha got: “Ev êrîş nayê qebûlkirin û cihê şermezariyê ye. Cihên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin îro rastî êrîşan tên. Dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, pêşmerge reviyan. Niha YBŞ û YJŞ’ê hêzên me yên parastinê ne. Em ê bi hêzên xwe yên parastinê li dijî hemû êrîşan bisekinin. Em ê tu carî êrîşên li dijî gelê kurd qebûl nekin.”
 
‘EM ŞERÊ BIRAKUJIYÊ NAXWAZIN
 
Ji endamên TAJÊ’yê Meyan Nasir jî ji ewil êrîşa li dijî Zînî Wertê şermezar kir û da zanîn ku dewleta tirk bi arîşeya li Zînî Wertê re hewl dide şerê birakujiyê derxîne. Nasir got ku ew naxwazin şerê birakujiyê çêbibe û ew dixwazin ku li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin. Nasir wiha bi dawî kir: “Divê êrîşên li ser Zînî Wertê bi dawî bibe. Ji bo parastina xwe divê gelê kurd yekitiya xwe êdî safî bike. Li dijî êrîşên ser Zînî Wertê û hemû êrîşan divê kurd bibin yek. Em êrîşên li dijî gelê kurd tu carî qebûl nakin. Li dijî êrîşan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”