Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin

  • jin
  • 09:14 30 Nîsan 2020
  • |
img

WAN - Bi qanûna înfazê ya nû re gelek kesên li dijî jin û zarokan sûc kirine hatin berdan. Derûnas Gulşen Canan, bal kişand ser bandora van kesan a li ser mexdûran û got: "Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin." 

Bi qanûna înfazê ya nû re hê jî kesên girtî tên berdan. Bi taybetî jî kesên li dijî jin û zaroakn sûc kirine tên berdan. Derûnas Gulşen Canan, bandora van kesan a li ser derûniya jin û zarokan nirxand. Canan, ji bo berdana kiryaran û bandora wan a li ser mexdûran got, jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin. 
 
Canan, di warê rehabîlîtasyona mexdûrên şidetê de palnsaziyeke baş nehatiye kirin û got: "Mafekî qanûnî ye ku di vê pêvajoyê de mexdûr ji berê bêtir li nêvengeke ewle bijîn. Lê mixabin bi vê biryarê ruhekî wisa li mexdûran peyda bûye ku wekî ji civakê têne dîkekirin." 
 
‘DIVÊ DI HEMAN MALÊ DE NEJÎN' 
 
Canan, destnîşan kir ku hebûna kiryaran ji bo mexdûran tim û tim tedîd e û got, bandorên tvamatîk ên mexdûrên şidetê bi wan re rû bi rû mane dubare bûne. Canan, anî ziman ku divê kiryar û mexdûr li heman malê pev r enejîn û got: "Ev yek dibe sedema fikar û bêhêvîtiyê. Wê bandoreke neyînî li jiyana rojane bike, wê bibe sebeba bîranên tavmatîk dîsa bên bîra wan. Divê kiryar û mexdûr li heman malê pev r enejîn. Wê ev yek heza mexdûran a ji bo jiyanê biqedîne." 
 
WÊ HÊVIYA WAN NEMÎNE 
 
Canan, anî ziman ku di vê pêvajoyê de wê rewşeke panîkî li mexdûr peyda bibe û got, wê bîranên xirab ên berê, êş û azar, kêmxistinî û bêçaretî zêde bibe. Canan, diyar kir ku ev yek tenê tesîrê li kesên mexdûr nake, wê tesîrê li jin û zarokên derdorê jî bike û bibe sedema qilqilandineke mezin. Canan, got: "Gava kesên mexdûr û kiryar di heman malê de pev r ebijîn, wê hêviya kesên mexdûr a ji bo bidawîbûna tiştên neyînî nemîne." 
 
KIRYAR HATINE PARASTIN 
 
Canan, anî ziman ku bi qebûlkirina vê qanûnê re kiryar hatine parastin, lê belê rewşa mexdûran jî ji nedîtî ve hatiye û got, wê ev rewş îstismar û şideta li ser jinê zêdetir bike û wê fikra necezakirinê li kiryaran peyda bibe. 
 
MA / Ozlem Yayan