Ji mêran zêdetir dixebitin, lê ji mêran kêmtir distînin

  • jin
  • 09:05 4 Gulan 2020
  • |
img

AYDIN – Li Aydinê jinên ku bi komî diçin paletiya Çilekan, bi rîska şewba vîrûsa corona re rû bi rû ne. Jinên ku paletiyê dikin diyar kirin ku li gel ji mêran zêdetir kar dikin jî heqê wan ji yê mêran kêm tir e û keda wan erzantir e. 

Li Aydinê demsala paletiya çîlekan dest pê kir. Îsal di pêvajoya şewba virûsa corona (Covid-19) de banga "Ji mal dernekevin", "di malê de jiyan heye" têkirin, lê karkerên çandiniya demsalî neçar in ku di nava zeviyan de li gel rîskê nexweşiyê kar bikin. Di nava karkeran de yên herî zêde zor û zahmetiyê dijîn û bi rîska mezin re rû bi rû ne jin in. Karkerên ku ji Çewlikê hatin navçeya Koşkê ya Aydinê li gel zor zahmetiyan û talûkeya şewbê dest bi paletiya çîlekan kirin. Li gel ji bo kesên temenê wan kêmi 20 û jora 65 salî derkevin kolanan qedexe ye jî dîsa karker bêyî li temen guhdar bikin neçar in di nava zeviyan de kar bikin. Yên herî zêde kedê didin jin in, lê yê herî erzan kar dikin dîsa jin in û rojê tenê dikarin 70 tl bistînin.
 
Karker Nurten Adıbelli (45), diyar kir ku 30 sal berê ji Çewlîkê hatine Navçeya Koşk a Aydinê bi cih bûne û wiha got: "25 salin ez karê demsalî yê çandiniye dikim. Piştî paletiya karê çîlekan biqede, Em ê biçin paletiya îsot, bacan û firengan. Di demsalên havînê de em diçin li fabrîqeyên hejiran. kar dikin. Em ji 12 mehên salê 8 mehan di nava zeviyan de bi xebatê derbas dikin. Tu ewlehî û sîgorta me ya civaki tune ye. Tu ewlehiya me tune ye. Tenê lepik û şerma me heye." 
 
MÊR 100 TL, JIN 70 TL HEQ DISTÎNIN
 
Adibellî, da zanîn ku bi salan e vî karî dikin û wiha berdewam kir: "Karkerên çandiniyê piranî ji jinan pêk tê. Ji ber jin bêtir kar dikin û heqê distînin kêmtir e. Em serê sibê saet di 05.00’an de diçin kar û heta 17.00’ê êvarî li nava zeviyan kar dikin. Em rojê 12 saetan kar dikin. Lê heqê yomiya me tenê 70 TL ye. Em li nava zeviyê bi qasî mêran kar dikin. Karê ku em û mêr dikin wek hev e. Lê em 70 tl jin 100 TL distînin. Li her qadê jin û mêr ne wek hev in. Em heman karî dikin. Lê mêr ji me bêtir distînin. Em piştî karê nava zeviye tên malê jî xwarin çê dikin. Cilan dişon. Paqijiyê dikin. 
 
GOTINA 'LI MAL BIMÎNE' JI BO DEWLEMENDAN E
 
Karkera çîlekan Cennet Alevi (47) jî anî ziman ku çawa roj dertê berê xwe didin nava zeviyan u wiha got: "Ji 12 saliya xwe de li nava zeviyan kar dikim. Hevjîne min karê înşaetê dike. Ji ber vîrûsa corona banga 'Li mal bimînin' dikin. Ev bang ji bo zengînan e. Em li mal biminin em ê çawa bijin. Em ê çawa debara xwe bikin."  
 
20 KARKER LI MAŞÎNEYEKÊ SUYAR DIBIN'
 
Karker Guten Karuç  jî anî ziman ku ji bo wan tu tişt nehatiye guhertin û li dijî şewba vîrûsê tu tedbîr nayên girtin û wiha got: "Em 20 karkerên çandiniyê li maşîneykê suyar dibin. Em dê çawa mesafeya fîzîkî çêkin? Em ji bo rûniştinê cih nabînin."
 
MA / Esra Solin Dal