Li Amedê 3 jinan dest bi çêkirina rûpoşên bêpere kirin

  • jin
  • 10:55 9 Gulan 2020
  • |
img
AMED - Li navçeya Peyasê 3 jin di dikanek terziyê de hatin gelhev û bi armanca piştevaniyê dest bi çêkirina rûpoşên bêpere krin. Jin wê rûpoşan bidin mirovên pêdiviyên wan heyî.
 
Şewba vîrûsa koronayê ya li tevahiya cîhanê belav bû, bandorek mezin li mirovan kir û li dijî vê şewbê bêamadekariyek mezin hebûn. Yek ji pirgirêkên di pêvajoya vîrûsê de hatin jiyîn û hîna jî dewam dike, peydanekirina rûpoşûna. Li Tirkiyeyê, hikumetê ji bo gelek welatan alîkariya rûpoşan kir, lê li welat bi mîlyonan mirov an nikarin xwe bigihînin rûpoşan an jî bi zorê rûpoşan peyda dikin. Ji ber vê yekê hikumet pir tê rexne kirin. Welatiyên nikarin xwe bigihînin rûpoşan bi derfetên xwe hewl didin hilbarîna rûpoşan bikin.
 
Li Taxa Peyas a navçeya Peyas a Amedê, Ayşe û Celîle Guler ên xwişkên hev di dikana xwe ya terzîtiyê de dest bi çêkirina rûpoşan kirin û bi armanca piştevaniyê hewl didin rûpoşan bêpere bidin mirovan. Bi pêşniyara mamosteyê wan ê dirûn û nexş Mune Can 3 jina dest bi çikirina rûpoşan kirin. 3 jin dixwazin rûpoşên çêdikin bi armanca piştevaniyê li welatiyan belav bikin.
 
DI 2 ROJNA DE 500 RÛPOŞAN ÇÊDIKIN
 
Jin amûrên ji bo çêkirina rûpoşan bi derfetên xwe dikirin û di 2 rojan de 500 rûpoşan çêdikin. Jinan diyar kirin ku ji bo belavkirina rûpoşan ew bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re di nava hevkariyê dene û çi dema pêwîst dike ew çêkirina rûpoşan dewam dikin.
 
TEVNA PIŞTEVANIYÊ AVAKIRIN
 
Mûne Can, derbarê kar û xebata xwe de axivî wiha got: “Bi armanca avakirina tevna piştevaniyê, pêdiviyên welatiyan temamkirinê û alîkarî dayîna hev, min bi Celîle û Ayşe dest bi vî karî kir. Dest pê kê min li malê bi tena serê xwe karê dirûtinê dikir. Bi demê re karê min zêdebû û min pêdivî bi alîkariyê dît. Dûre min xwe gihan du xwendekaran û em bi hev re dikan vekir. Her du xwendekaran jî gotin ewê bibin alîkar. Wan jî navber dan karê xwe û ev 3 rojin ji bo çêkirina rûpoşan alîkariyê didin min. Di van demên zor û zehmet de piştevanî pir girîng dibe. Pirsgirêkên aboriyê roj bi roj girantir dibin. Di vê pêvajoyê de her kes pirsa “emê çibikin” ji xwe dikin. Me jî xwest kêm be jî em bibin alîkar û hewl bidin pêdiviyên welatiyan bi cih bînin.”
 
PÊDIVIYA GEL BI RÛPOŞAN HEYE
 
Ayşe Guler a di dikana xwe ya terzîtiyê de bi xwişka re dixebite jî, bal kişand ser rewşa heye û wiha axviî: “Xwişka min terziye. Ez jî niha gel wê dixebitim. Em biryara çêkirina rûpoşan bi mamosteya xwe girt. Pêdiviya gel bi rûpoşan heye. Me bi HDP’ê re hevdîtin kir û ji bo pêşwezakirina pêdiviyên gel me xwest em koordînasyonekê ava bikin. Em rûpoşan çêdikin û ew jî belav dikin. Em di pêvajoyek krîtîk re derbas dibin. Dewlemend ji bo xwe dixebitin, me jî xwest em ji bo gelê xwe bixebitin.”