ENQERE – Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, diyar kir ku bi pêvajoya vîrûsa koronayê re tundiya li dijî jinê zêde bûye û wiha got: “Heke dewlet nikaribe pêşî li vê tundiyê bigire, yên ku pêşî lê bigirin em in.”
Bi pêvajoya vîrûsa koronayê re tundiyê li dijî jinan zêde bûye û li dijî destkeftiyên jinan êrîş pêk tên. Federasyona Komeleyên Jinan ên Tirkiyeyê û Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin jî beriya niha ragihandibûn ku li gorî serlêdanên ku ji wan re hatine, di mehên adar û nîsanê de tundiya li ser jinê zêde bûye. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû, tundiya li dijî jinê ya k udi pêvajoya vîrûsa koronayê de zêde bûye û polîtîkayên hikûmetê nirxand.
JIN DI TALÛKEYÊ DE NE
Kerestecîoglû, diyar kir k udi pêvajoya vîrûsa koronayê de bi keda nav malê re tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha got: “Bi sererastkirina înfazê re zilamên ku tundî li jinan kirine, bêyî ku tu bergirî be girtin, hatin berdan. Ji ber vê yekê gelek jin bi talûkeyê re rû bi rû ne. Ji bo peşîgirtina tundiya li dijî jinê bergirî nehatine girtin. Navenda Şopandin û Pêşîlêgirtina Tundiyê (ŞONÎM) tevlî lîjneyên pandemiyê yên li bajaran hatin avakirin nehatin kirin.”
DEWLET GAV NAVÊJE
Di berdewamê de Kerestecîoglû, destnîşan kir ku di pêvajoya vîrûsê de ji bo tundiya li dijî jinê tenê spoteke cemaweriyê jî nehatiye dîtin û ev tişt anî ziman: “Ji hêla dewletê ve gevek biçûk jî nehatiye avêtin. Gelek welatan bi vîrûsê re li dijî tundiya li ser jinê xebatan kirin. Lê Tirkiyeyê desthilatê Navendên Dan û Standinê vekir, adliyeyan venekir û qanûna bi hejmara 6284 ku ji bo jinan deskeftî ye di vê pêvajoyê de ji holê rakir.”
SEDEMA TUNDIYÊ
Kerestecîoglû, têkildarî sedema zêdebûna tundiya li ser jinê jî ev nirxandin kirin: “Sedema bingehîn a zêdebûna tundiya li dijî jinê nebûna polîtîkaya derbarê jinê de mêjiyê rayedarên paye bilind ên dewletê ye. Mesî di serî de bîn dide. Li şûna Wezareta Jinê çûn Wezareta Xizmet, Civak û Malbatê ava kirin. Bi vê jî bi sînor neman vê wezaretê jî wergerandin Wezareta Xebat, Civak û Malbatê. Radibin ji van kiryarên xwe jî çareseriyê hêvî dikin. Tiştek wiha nabe.”
‘DIVÊ PIŞTEVNÎ BÊ MEZINKIRIN’
Di dawiya axaftina xwe de Kerestecîoglû, bal kişand ser cihêkariya ku ji ber muxalîfbûna wan li xebatên wan ên jinê tê kirin û têkildarî mijarê ev tişt got: “Pirsgirêkên jina ku ji bo wan serî li me tê dayîn em bi hevdîtinên ku rêxistinên xwe yên navçe û bajaran û wezaretan e dikin çareser dikin. Ji ber ku em parlamenterên muxalefetê ne, xwe gihandina walî û qaymeqaman de pirsgirekan dijîn. Divê xebatên piştevaniyê bên mezinkirin. Divê jin destpêkê bi cîranên xwe re di nav piştevaniyê de bin. Heke dewlet nikaribe êrîşa li ser jinê rawestîne, em ê rawestînin.”
MA / Berîvan Altan