Rojê 10 saetan dixebitin, 80 TL qezenc dikin

  • jin
  • 09:07 25 Kanûn 2017
  • |
img

MÊRSÎN - Jinên li Erdemliyê, ku di karên paketkirin û barkirinê de dixebitin, heqê xebata 10 saetan tenê 80 TL distînin. 

Li taxa Lîmonlu ya navçeya Erdemlî ya Mêrsînê, xebatkarên jin ên di şîrketên karên paketkirin û barkirina muzan dexebitin, ji heqdestê kêm bi gazincin. Besna Uzunyol bi gotina “Ev kar jî mîna hemû karên din zore” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Karê pakentkirinê zore. Em rojê 10 saetan dixebitin, lê rojê 80’î TL pare heqdestê xwe digirin.” 
 
‘DIXAZIM ZAROKÊN XWE BIDIM XWENDIN’ 
 
Meryem Eren ku 5 mehin di karê paketkirina muzan de dixebite jî, diyar kir ku ew li vir musan dixin kaseyan, ambelaj dikin û wiha axivî: “Ji ber ku mala me dûre, em sibehê saet 5.30 dikevin dikevin rê. Hin caran karê me zû diqede, hin caran jî heya şev dirêj dike. Aliyê karê paketkirinê ya herî zor mirov pir li ser piyan dimîne. Ji bo zarokên xwe bidim xwendin, necarim ku bixebitim. Ji ber ku hewcedarî tu kesê nabim jî keyfxweşim.”  
 
‘HEM BAR DIKIN Û HEM JÎ PAKET DIKIN’ 
 
Karkera jin a nexwest navê xwe bide jî, diyar kir ku 6 salin vî karî dike û wiha axivî: “Ez pir westiyame. Sibehê zû em tên vê derê. Ez hem karê paketkirinê û hem jî barkirinê de dixebitim. Ji ber ku bi keda destê xwe qezenc dikim keyfxweşim. Ji ber vê yekê  zor û zehmetî nayên berçavên min.”