Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan

  • jin
  • 14:53 18 Gulan 2020
  • |
img
ÎZMÎR - Jin Bi Hevre Bi Hêz in, dê bi dirûşmeya “Efûya îstîsmarê nabe!" di 20'ê Gulanê de derkevin kolanan û çalakiyan li dar bixin. 
 
Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi boneya balê bikişînin ser pêşnûmeya Zagona Efûya îstîsmarê ku AKP û MHP dixwazin wê bikin zagon û îstîsmarê rewa bikin, dê bi dirûşmeya “Efûya îstîsmarê nabe!" di 20'ê Gulanê de derkevin kolanan û çalakiyan li dar bixin. Jin dê li Stenbol, Antakya, Kocaelî, Îzmîr, Enqere, Mugla û Didimê bi qurdeleyêm Xemrî dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin. Jin dê zincîrên mirovan ava bikin û li dijî pêşnûmeya zagona efûya zayendî bertekên xwe bînin ziman. Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bang li hemû jinan kir ku her kes li dijî efûya îstîsmarê û zagona înfazê dengê xwe bilind bikin. Jinan anîn ziman ku li dijî vê feraseta ku îstîsmarkaran serbest berdin bêdeng namînin û li dijî vê yekê di nava çalakiyan de ne." 
 
Jin dê Îskeleya Emînonu ya Kadikoya Stenbolê, Qada Ugur Mumcu ya Antakyayê, Pêş Xana Kar a Şaredariya Kocaelî, Îskeleya Karşiyaka ya Îzmirê, saet di 19.00’an de kom bibin. Li aliyê Ziya Gokalp a Şaredariya Çankaya ya Enqereyê saet di 12.30’an de, li pêş Banka Garantîya Menteşe ya Mugla û Qada Bajar a Dîdîma Aydinê saet di 17.30’an de kom bibin.