Ji Rosa banga piştevaniyê

  • jin
  • 10:20 23 Gulan 2020
  • |
img
AMED - Ji Komeleya Jinan a Rosa Prz. Elîf Tîrenç Îpek, diyar kir ku ew bi tundiya ji ber dewletê li dijî jinê pêş dikeve re têdikoşin û banga piştevaniyê li hemû jinan kir.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, duh di saetên serê sibê de Dayika Aştiyê Havva Kiran, rêveberên Komeleya Jinan a Rosa û siyasetmedarên kurd jî di nav de 18 kesên serê sibê hatibûn binçavkirin. 18 kes bi hincetên di demên cuda de beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê bûne, çûyîna şînê, tevlî çalakiyên greva birçûbûnê bûne qeyûm û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin hatin binçavkirin û sûcdar kirin.
 
Ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Elîf Tîrenç Îpek, bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha axivî: “4 rêveberên me hatin girtin. Polîsan ji 3 saetan zêdetir di komeleya me de lêgerîn kirin. Dest danîn ser hemû evraq û girtekên me. Ev ewraq û girtek hemû ewraqên fermîbûn. Ji ber ku tiştek di destê wan de tuneye, weke ku dixwestin delîlekê, tiştekê bi dest bixin. Piştî serdegirtina komeleyê, me zanî ku hevalên me binçav kirine. Rewşa hevalên me yên dibin çavan de başe. Li Amedê, ji ber şewba vîrûsê ji bilî saziya me tu sazî ne vekirine ku jin serlêdan bikin. Di pêvajoya karantînayê de, 3 kat zêdetir jinan serî li komeleya me dane. Niha tu sazî neman ku jin serî lê bin.”
 
TUNDÎ ZÊDETIR BÛ
 
Îpek, anî ziman ku bi van kiryaran êrîşî têkoşîna jinê dikin û wiha got: “Yek ji komeleyên herî zêde dixebite komeleya me ye. Em têkoşîna li dijî tundiya jinê bi rêve dibin. Ji ber vê bi sedan jin piştgiriyê didin saziya me. Ji bo ku serlêdanên jinan ên ji bo komeleya me asteng bikin, xebatên me têk bibin û bêmoraliyê bixin nava me, êrîşî têkoşîna me jinan dikin. Li Tirkiyeyê, bi salane, her ku diçe tundiya li dijî jinê zêdetir dibe. Bi taybetî di pêvajoya koronayê de tundiya li dijî jinê zêdetir bû. Binçavkirinên hevalên me û serdegirtina komeleya me yek ji rêbazên tundiya dewletê ya li dijî jinê ye.”
 
PIŞTEVANÎ Û DENG DERXISTIN
 
Îpek, dest nîşan kir ku ew bi tundiya ji ber dewletê li dijî jinê pêş dikeve re têdikoşin û wiha banga piştevaniyê li hemû jinan kir: “Dewlet jî bi vî awayî tundiyê li me dike. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê tundiyê piştevaniyê xurt bikin û dengê xwe derxîn in.”