Jinan li 4 navçeyên Amedê bang kirin: Îqtîdar êdî nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire

  • jin
  • 16:47 7 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Çinar, Bismil, Farqîn û Erxaniyê betalkirina wekîltiya Leyla Guven û Musa Farisogullari û girtina wan şermezar kirin û gotin: "Îqtîdar bi polîtîkayên zext û zordariyê nikare rê li pêş têkçûna xwe bigire. Em wekî rêhevalên Leylayê carek din dibêjin ku hûn nikarin vîna gel û jinê teslîm bigirin."

 
Meclîsa Tirkiyeyê di 5'ê hezîranê de parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û wekîlê CHP'ê Enes Berberoglu betal kirin. Piştre Leyla Guven û Mûsa Farisogullari girtin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê yên li Erxanî, Farqîn, Bismil û Çinara Amedê daxuyanî dan. Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê tevlî daxuyaniyan bûn. Jinan li qadan dowîzên wekî "Jin li hemberî zilmê serî natewînin", "Jin jiyan azadî" û "Dest nede vîna min" hildan. Li Erxaniyê aktîvîsta TJA'yê Emîne Çîçekdal, li Farqînê Halîme Soner, li Çînarê Salîme Fîdan û li Bismilê jî Nebîbe Uyguner daxuyanî xwend. Daxuyaniya hevpar ya ku li Erxanî, Farqîn, Çînar û Bismilê hat xwendin wiha ye: "Di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de li hemberî Gelê Kurd darbeyek pêk hat. Îqtîdara AKP û MHP'ê li hemberî gelan û bi taybetî ji li hemberî jinan polîtîkayên xwe yên dijminatiyê didomîne. Bi talîmatekî wekîltiya Leyla û Mûsa hat xistin. Her wiha bi biryarek din jî hatin girtin. Lê divê bê zanîn ku bi polîtîkayên zext û zordariyê nikarin hilweşandina xwe bidin sekinandin. Goristan xera kirin û cenaze bi PTT'ê şandin. Ev tişt li dijî nirxên mirovatiyê ye. Lê jin û gel dê tu carî li hemberî polîtîkayên faşîzane serî natewînin. Leyla emrê xwe ji bo jiyaneke azad da û Leyla vîna jinê ye jî. Em wekî rêhevalên Leylayê carek din dibêjin ku hûn nikarin vîna gel û jinê teslîm bigirin."