Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, ji bo sersaxiyê çûn serdana Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku dayika wî wefat kiribû. 
 
Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, hefteyek berê wefat kiribû. Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan. Kiliçdaroglû û Babacan di demên cuda de hatin serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê û ji hêla parlamenterên DEM Partiyê Farûk Gergerlîoglû û Sevîlay Çelenk ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Kiliçdaroglû û Babacan di serdanê de sersaxî ji Bakirhan xwestin.