Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan

COLEMÊRG -  Hevsrokê navçeya Geverê yê HDP’ê yê berê Fîkret Tûrgût, piştî cezayê xwe yê 8 salan temam kir, hate berdan. 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Geverê Fîkret Tûrgût ê di 11’ê sibata 2017’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza lê hatibû birîn û di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê dihate girtin hate berdan. Tûrgût piştî ku 8 sal cezayê xwe temam kir ji girtîgehê derket. Malbat, Tûrgût bi kûlilkan pêşwazî kir. 
 
Tûrgût bi malbata xwe re li pêşiya girtîgehê derketin rê. Rêxistinên naçeya Geverê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), gelek nûnerên saziyên sivîl û kes li ser xaçerêka gundê Kerpêla Geverê Tûrgût pêşwazî kirin. 
 
Tûrgût ji ber nexweşiyên xwe yên dil û mîde di nav lîsteya girtiyên nexweş de cih digirt.