Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an

img

ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Necla Demîr diyar kir ku kuştina kûçikan a li Nîgdeyê 7 meh beriya qebûlkirina qanûna rê li ber kuştina kûçikan vedike dest pêkiriye û wiha got: “Di nava 7 mehan de hejmara kûçikan a li Nîgdeyê ji 800’an daket 30’an.” 

 
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr kuştina kûçikan a li Nîgdeyê ji hêla şaredariyê ve tê kirin xist rojeva Meclisê. Demîr, têkildarî mijarê pêşnûmepirsek da Meclisê û xwest Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz bibersivîne. Di pêşnûmepirsê de hat gotin ku di nava 7 mehan de hejmara kûçikan a li Nîgdeyê ji 800’ê daketiye 30’an. 
 
Demîr, got ku hêj qanûna rê li ber kuştina kûçikan vedike neketî meriyetê, îşkence, muameleya xerab û qetilkirina kûçikan dest pêkiriye. Bi domdarî jî Demîr bal kişand ser dîmenên komkujya kûçikan a ji hêla Şaredariya Nîgdeyê ya AKP’î ve hatiye kirin. Demîr, bi domdarî got ku Şaredariya Nîgdeyê ev dîmen bi gotina “Li gorî qanûn û wijdanê ye” parastiye. 
 
Demîr ev pirs ji Yilmaz kir: 
 
“*Qanûna ku weke qanûna komkujiyê tê binavkirin di 2’yê tebaxê de di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Lê tê îdiakirin ku li Nîgdeyê komkujî 7 meh berê dest pê kiriye. Gelo hûn ê têkildarî van îdiayan daxuyanyê bidin? 
 
*Ji 2023’yan heta niha çend kûçikên kolanan di bin sîwana Şaredariya Nîgdeyê de tên hewandin? Tê îdiakirin ku par hejmar 800 bû lê di 7 mehan de daketiye 30’an. Gelo ev îdia rast e? 
 
*Şaredariya Nîgdeyê çima giliyê du xebatkarên ji bo qetilkirina kûçikên li stargehê hatibûn peywirdarkirin kir? 
 
 *Kûçikên ji hêla Şaredariya Nîgdeyê ve hatin qetilkirin, bi kîjan rêbazê hatine qetilkirin? Gelo rast e ku di dema kuştinê de enjeksiyona jehrî hatiye bikaranîn? Heke rast be ev enjeksiyon/jehr aydê kîjan şîrketê ye, aydê kê ye? Îhaleya enjeksiyonên mirinê dane kîjan şîrketê? 
 
*Bingeha qanûnî ya vê komkujiyê çi ye? Gelo derheqê Şaredariya Nîgdeyê ya ku bi awayekî derqanûnî kûçik kuştin de tu lêpirsîn hatine destpêkirin? 
 
*Di dema nîqaşên têkildarî qanûna behsa xeberê de îktîdarda we zimaneke tundiyê bi kar anî. Gelo we qet encamên neyînî yên zimanê tundiyê texmîn nekir? 
 
*Gelo ji bo pêşîlêgirtina encamên weke li Şaredariya Nîgdeyê derketiye holê, hûn dê çi tevdîran bigirin?”