ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 10 Tebax 2024
  • |
img
* Nivîskar û rewşenbîrê kurd Îhsan Colemêrgî ku derbarê rewşa zimanê kurdî de axivî, anî ziman ku zimanê kurdî weke pîrekeviyên Çiyayê Cîloyê dihele û got: “Divê kurd jî weke serdestên li herêmê zimanê xwe pîroz bibînin.”
 
* Xelkê Farqînê bertek nîşanî êrişên li dijî başûrê Kurdistanê dan û gotin ji ber polîtîkayên şer aboriya wan tengav dibe û ev şer dike ku xelk feqîr bibe. 
 
* Li navçeya Depê ya Xarpêtê dê 1'emîn Festîvala Çand û Xwezayê dest pê bike. (10.00-20.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Êlihê bi nûnerên rêxistinên sivîl re bicive. (10.30)
 
* Li Zozanên Hasandinê ya li navçeya Pasûra Amedê dê li dijî hewldana madenê mitîng bê lidarxistin. (11.00)
 
* Xizmên Windyan û rêveberên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrg dê ji bo windayan çalakiyên heftane berdewam bikin.  (12.00) 
 
* Dayikên Şemiyê dê li Qada Galatasarayê di hefteya 1011'emîn de li hev bicivin. (12.00)
 
* Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê dê ji bo berdana girtiyên nexweş çalakiyên xwe heftane berdewam bikin. (13.00) 
 
* Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê berdewam bike. (20.00-22.00)