Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin

  • rojane
  • 13:19 10 Tebax 2024
  • |

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1011’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û li aqûbeta nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe pirsîn û banga pêkanîna edaletê kirin. 

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan werin darizandin, di hefteya 1011’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê civiyan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiya îro de li faîlên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundem Ferhat Tepe ya ku 31 sal beriya niha li Bedlîsê hatibû binçavkirin û piştre hatibû qetilkirin, hat pirsîn. 
 
Ji xizmên windayan Setenay Eren çîroka Ferhat Tepe xwend û anî ziman ku Ferhat Tepe di sala 1993'yan de ji aliyê kesên bi çek û telsîzên wan hebûn ve hatiye revandin û ev pêvajo wiha vegot: "Piştî revandina wî, kesekî telefonî mala malbata Ferhat Tepe kir û got ku wan li ser navê Tûgaya Tolhildanê ya Tirk Ferhat Tepe revandine. Hat xwestin ku bavê Ferhat Îshak Tepe yê ku wê demê Serokê DEP'ê yê Bedlîsê bû û ji partiyê îstifa bike û milyarek lîre hat xwestin. Îshak Tepe, ragihand ku dengê kesê ku bi telefonê pê re axivî bû dengê Fermandarê Tûgaya Tetwanê Korkmaz Tagma ku demek berê di hevdîtinê de gef lê xwaribû bû."
 
ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ
 
Setenay Eren bi bîr xist ku 13 roj şûnve cenazeyê Ferhat Tepe li goristana bêkesan a Xarpêtê hat dîtin û wiha got: "Lê belê li gorî qeydên fermî Ferhat li Gola Hazarê ya ku bi qasî 400 kîlometre dûrî cihê revandinê ye, avjenî kiriye, lê xeniqiye. Ji ber ku nikarîbû melevaniyê bike û ji aliyê masîvanan ve hat dîtin, li ser cesedê Ferhat Tepe jî şopên îşkenceyên giran hebûn. Her wiha 14 şahidan jî diyar kirin ku ew Ferhat li Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê di bin îşkenceyê de dîtine. Ligel vê jî bi rêyên hiqûqî yên navxweyî tu encam nehat girtin."
 
DADGEHAN TIŞTEK NEKIR 
 
Eren diyar kir ku piştre malbata Ferhat Tepe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û wiha dewam kir: "DMME, dît ku di lêpirsîna Ferhat Tepe de 'kêmasiyên sosret' hene. DMME, ji ber ku hikûmet ji bo ronîkirina bûyerê alîkarî nedaye, di xwegihandina şahid û belgeyan de astengî derxistiye, lêpirsîneke cezayî nedaye destpêkirin Tirkiye mehkûm kir. Malbata Ferhat carek din serî li AYM'ê da. AYM'ê jî di biryara xwe ya 16'ê Hezîrana 2016'an de diyar kir ku ji ber ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin, ji bo komkirina delîlan hesasiyetek nehatiye nîşandan û lêpirsîn di heman demê de nehatiye kirin, biryara 'binpêkirina mafan' da. Lê belê bi hinceta demboriyê vekirina dosyayê hat astengkirin. Di dawiyê de kiryar bêceza hatin hiştin."
 
'KIRYAR CEZA NAGIRIN' 
 
Eren da zanîn ku li Tirkiyeyê kiryar ceza nagirin û ev yek pirsgirêkeke hevpar e û got: "Ev yek dibe sedem ku rêyên hiqûqî yên navxweyî yên heyî çareserî ji xizmên windayan re neyê dayîn. Armanca vekolînek bi bandor ew e ku berpirsiyariyê misoger bike. Ji ber ku dewlet erka xwe ya lêpirsîna bi bandor pêk neaniye, rê li ber sûcên bi vî rengî yên îro û pêşerojê vedike. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Ferhat Tepe, ji bo hemû windahiyên xwe lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
TÊKOŞÎNA JI BO EDALETÊ
 
Dû re xwişka Ferhat Tepe Ayşe Tepe axivî û diyar kir ku ew bi salan e ji bo pêkanîna edaletê têdikoşin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Hikûmeta ku bi salan e welat bi rê ve dibe, tu gavên çareseriyê neavêtiye. Eger hikûmeta bê bi nêzîkatiya çareseriyê nêzî Dayikên Şemiyê nebe, wê nikaribe hêza xwe bidomîne. Em ê tu carî ji vê dozê paşde gav neavêjin, çi dibe bila bibe." 
 
Piştî axaftinan qernefîlên ku her hefte ji aliyê Dayikên Şemiyê ve diavêtin qadê, vê carê jî li ser navê Ferhat Tepe, ji aliyê xebatkarên Çapemeniya Azad ve hatin danîn.