Amedsporê formayên sezona nû da nasîn

  • rojane
  • 13:43 11 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Amedsporê beriya maça xwe ya ewil a di Lîga 1’emîn de, formayên xwe yên sezona nû da nasîn. 

Amedspor dê maça xwe ya ewil a Lîga 1’emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bi Karagumrukê re bilîze. Maç dê saet di 19.15’ê de li Stadyuma Olîmpiyatê ya Ataturkê ya Stenbolê bê lîstin. 
 
Amedsporê beriya maça xwe ya ewil a di Lîga 1’emîn de, vîdeoya danasîna formayên xwe yên sezona nû parve kir.