Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan

  • rojane
  • 10:22 12 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî de 2 welatî birîndar bûn û zirarên mezin li milkên welatiyan bûn.

Li gorî nûçeya ANHA'yê; hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî gundên Kişkiye, Ebû Hemam û bajarokê Bisêra yên li rojhilatê Kantona Dêrazorê bi dijwarî topbaran kirin. Çekdar ji navendên xwe yên li gundê Diwêr û Sibêxan bi moşekan bajarokê Basîra, gundên Kişkiye û Ebû Hemam topbaran dikin.
 
Di encama êrişê de li gundê Kişkiye welatiyê bi navê Emar Salîh El Emşe û hevjîna xwe birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya Eû Hemam têne dermankirin. 
 
Li gundê Sebha yê bi ser bajarokê Bisêrayê ve jî ji ber êrişan zirareke mezin li mal û milkên welatiyan bû û gelek mal wêran bûn e.