ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 15 Tebax 2024
  • |
img
* Girtiya nexweş a penceşêra qirikê Şehrîban Mîmkara ev 5 meh in nabin kontrola nexweşxaneyê. Parêzer gul Fehîme Bînîcî destnîşan kir ku penceşer belav dibe û diyar kir tişta tê kirin sepanekî keyfî ye. 
 
* Berdana Soydan Akay ê 31 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Marmarayê de ye, bi hinceta "ragihandina rêxistinî dike" cara sêyan 6 mehên din hat taloqkirin. 
 
* Damezrînera ICAVI'yê Roûhî Shafîî ku bertek nîşanî darvekirinên ji ber çalakiyên "jin, jiyan, azadiyê" da, got: "Li cîhanê mirov pir zû qewimînan ji bîr dikin. Gava em dengê xwe bilind dikin piştgiriyê didin me, lê gava şerê me bêdeng dibe xwe li bêdengiyê datînin." 
 
* Li navçeya Depê li firûşgeha kincan Zanga Sê Rengî, ji fiyetên li ser etîketan heya bi nivîsên li ser poşetan her tişt bi kurdî ye. 
 
* Zulfu Polat ê 36 sal in li Amedê sedîr ango kursiyên dîwanan çêdike diyar kir ku ji ber krîza aborî karê wan nabe û heke ew bimirin dê karê wan jî bi wan re bimire. 
 
* Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî geşedanên di rojevê de dê li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30) ZINDÎ
 
* Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê berdewam bike. (20.00-22.00)