Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin

  • rojane
  • 16:34 16 Tebax 2024
  • |
img
 
AMED - Li Amedê 3 kesên ku êrişî du kafeyan kiribûn, hatin berdan. 
 
Li taxa Camî Kebîr a navçeya Sûra Amedê di 12’ê tîrmehê de sê kesan êrişî kafeyên bi navê Karga û Hewş kiribûn. Êriş bi bombeyên deng û çekan hatibû kirin. Piştî êrişê hêrsa li dijî êrişkaran zêde bû û her sê êrişkar jî hatibûn girtin.
 
Hat zanîn ku piştî lêpirsîna li ser girtina her sê kesên girtî hatiye kirin, duh ji girtîgehê hatine berdan.