Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin

  • rojane
  • 23:15 16 Tebax 2024
  • |
img
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî êrişa di meclisê de axivî û got: “Em şopdarên Denîzan, Mazlûman, Îbrahîman û Hakî Kareran e. Em ê ti carî teslîmî zilma we nabin.”
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît piştî êroşa Alpay Ozalan ê AKP’î li dijî xwe, li Lijneya Giştî ya Meclisê axivî. Parlamenterên DEM Partiyê bi tilîlî û çepikan piştgirî dan Koçyîgît.  
 
Koçyîgît diyar kir ku êdî gotina AKP’ê nemaye, cihê ku biçê nemaye û wiha axivî: “Em ji vir dibêjin; tiştek heye ku hûn pê nizanin. Em şopdarên Denîzan, Mazlûman, Îbrahîman, Huseyînan, Hakî Kareran û hemû dînamîkên şoreşgerî û berxwedêrên vî welatî ne. Em teslîmî zext û zordariya we nebûn û em ê ti carî jî teslîm nebin.”