ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 18 Tebax 2024
  • |
img

* Gulşen Adet a ku berdana wê du caran hat astengkirin, bal kişand ser pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan û got: "Ger tişt bê kirin divê niha bê kirin, yan na wê pirr bi derengî bikeve." 

* Welatiyên ku bertek nîşanî Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak ê ju DEM Partiyê îstifa kir dan, anîn ziman ku wan raya xwe daye DEM Partiyê û xwestin Bûdak demildest îstifa bike. 
 
* Li Wanê jinan bal kişand ser texrîbatên ku qeyûman çêkirine û daxwazên xwe ragihandin şaredariyên DEM Partiyê. 
 
* Jinên karker ku li navçeya Çinarê di bin germa 40 dereceyî de li nav zeviyan dixebitin diyar kirin ku yewmiyeyên wan têr wan nake û keda wan tê xwarin lê alternatîfek wan din nîne. 
 
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser êrişên AKP’iyan ên di Meclisê de û wiha got: “Armanca AKP’ê û MHP’ê ew e ku ev reş di Meclisê de domdor be. Lê belê ev wiha nayê meşandin, nabe rewşa asayî ya Meclisê.” 
 
* Cenazeyê rewşenbîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî dê li Goristana Şehîtlîkê ya li Amedê were veşartin. (10.00)
 
* Bazo Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû dê li ser gora xwe ya li navçeya Xelfetiya Rihayê bê bibîranîn. (11.00)
 
* Malbatên girtiyan û MATUHAY-DER dê li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya "Deng bide azadiyê" berdewam bikin. (14.00)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari dê li Navenda Çandê ya Ataturkê ya li Manavgata Antalyayê tev li hevdîtina bi gel re bibe. (14.00) ZINDÎ