ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 22 Tebax 2024
  • |
img
* Nûnerên Saziyên Sivîl ên Şirnexê ku her heftê bi daxuyaniyê balê dikişînin ser talankirina ekolojiyê, diyar kirin ku Şirnex di bin xetereya çolbûnê de ye û bang li rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên ekolojiyê kirin ku ji bo pêşî li vê talana xwezayê bigirin berê xwe bidin Şirnexê.  
 
* Îdianameya der barê ciwanên ku ji ber di şahiya leşkeriyê de li ber stranên kurdî govend gerandibûn hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin de hat amadekirin, hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ji ciwanan pirsa "we govend gerand?" hatiye pirsîn. 
 
* Xizmên girtiyan ku bal kişandin ser zextên li girtîgehan û banga rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
* Jinên hilbijartî ku îstifkirina Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak wekî "netehamûlkirina hevserokatiyê" û "îxanet"ê nirxandin, îşaret bi xurtkirina têkoşîna li dijî feraseta heyî kirin. 
 
* Berdana Dîlan Polat a ji bi fêl û fanên pereyên nehelal heye gelek sûcan qeyda wê heye, hate berdan lê belê girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya bertek nîşanî cihêkariyê tê domandin da û wiha got: “Ji bo desthilatê ne sûc, lê kes girîngtir in.” 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê têkildarî çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê yên li bajar, dê daxuyaniya çepemeniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê darvekirinên rejîma Îranê, li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protesto bike. (12.30)
 
* Înîsiyatifa Ji bo Jiyanê Qanûn û Înisiyatîfa Ajal, Jiyan, Azadî dê bi dirûşma “ABB destê xwe ji ajalan vekişîne” dê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê daxuyanî bide. (13.00) 
 
* Çalakiya Emîne Şenyaşarê li pêşiya Serokatiya Meclisê daye destpêkirin, dê di roja 3'yemîn de bidome. (14.00) 
 
* Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê, dê li Qada Şîşxaneyê ya li Beyoglûya Stenbolê bidome. (20.00-22-00)