DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê

  • rojane
  • 15:25 22 Tebax 2024
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî neberdana girtiyên nexweş ên giran Ergîn Aktaş û Abdûlkadîr Kûday ji Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç pirsîn. 
 
Serokwekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî têkildarî astengkirina berdana girtiyên nexweş ên giran Abdûlkadîr Kûday û Ergîn Aktaş  pêşnûmepirs dane Meclisê. Di sedema pêşnûmepirsa bi daxwaza Wezarê Edaletê Yilmaz Tûnç bibersivîne de hat diyarkirin ku di girtîgehan de binpêkirina herî giran a mafên mirovan, rewşa girtiyên nêxweş ên giran  e.
 
NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE ÇARESER BIKIN
 
Parlamenteran di pêşnûmepirsê de bal kişandin ser nexweşiyên her du girtiyên nexweş û derbarê pêvajoya wan a dermankirin û astengkirina berdanê wan de hin agahî hatin parvekirin. Di pêşnûmepirsê de hat bibîrxistin ku her du girtiyên nexweş nikarin pêdiviyên xwe çareser bikin û wiha hat gotin: “Ev nêzîkatiya Wezaretê derveyî rêgeza bingehîn a rûmeta domandina jiyanê ye. 
 
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê ji bo bibersivîne ev pirs ji Wezîr Yilmaz pirsîn: 
 
* Ma di girtîgehê de ragirtina girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Abdûlkadîr ne derveyî rûmeta mirovahiyê ye?
 
* Tevî Saziya Tiba Edlî derbarê wan de ya rapora nikarin di girtîgehê de bi tena serê xwe bimînin heye;, neberdan ne binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê ye.?
 
* Di madeya 25.’emîn a Qanûna Înfazê de dibêje ku heya înfaz tê temamkirin, navber nayê dayîn. Ma ev yek di çarçoveya maf haviyê de ne muameleya xirab û îşkenceyê ye? Hûn ê biryarên AÎHM’ê derbarê Ocalan/Gurban/Kaytan de dane kengî têxin meriyetê.  
 
* Berpirsyariya astengiyên qanûnî û girtiyên ji ber sepanên keyfî jiyana xwe ji dest didin a Wezaretê ye. Dema hûn vê rewşê berçav digirin, hûn ê derbarê raporên ATK’ê amade kirine de tu gavan bavêjin gelo?
 
PARLAMENTERAN DAXWAZNAME DAN
 
Gelek parlamenterên DEM Partiyî jî bo Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Serokatiya Meclisê serdana Abdûlkadîr Kûday û Ergîn Aktaş bike, serlêdan kirin.