ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 23 Tebax 2024
  • |
img

* Seta pirtûkan a "Şaristaniya Demokratîk" a ji pênc bergan pêk tê ya Abdullah Ocalan, tevî biryara "binpêkirinê" ya DMME'yê jî zêdetirî du mehan e radestî girtî Veysî Aktaş nehat kirin. 

 
* Jinên ku li nava zeviyan 12 saetan dixebitin û heqdesta wan a rojane 600 lîre ye, anîn ziman ku şert û merc dijwar in, lê ji xeynî xebata li nava zeviyan jî tu çareyeke wan a din tune ye. 
 
* Rojnamevan Ahmet Guneş diyar kir serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad didomin û got ku xelat di warê domandina kevneşopiya Çapemeniya Azad de girîng in. 
 
* Mûzaffer Îşnaz ê çû hevdîtina kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê tê ragirtin, diyar kir ku rastî ferzkirina gardiyanan a “bi tirkî biaxive” hatiye. 
 
* Dixtor Cegerxwîn Polat diyar kir ku cureyên belavbûna vîrûsa “Sorika Meymûnan” pirr in û xwest di cihên wek wesayîtên komguhêz de maske werin bikaranîn û pêşîlêgirtinên vê nexweşiyê yên ku divê Tirkiyeyê bike rêz kir. 
 
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê li Silopiya serdana dikandaran bike û paşê jî beşdarî maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû bibe. (17.00-22.00)
 
* Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê dê berdewam bike. (20.00-22.00)