Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin

  • rojane
  • 16:20 24 Tebax 2024
  • |
img
ÊLIH - Ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya di êrişa SÎHA’yê ya dewleta tirk de hate qetilkirin şîn hate danîn. Şîna Tara bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bi balafireke bêmirov û biçek (SÎHA)  wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di bombebaranê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Ji bo rojnamevan Tarayê li Taxa Kultur a Êlihê ku bajarê wê ye şîn hate danîn. 
 
Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erziromê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên Êlihê Zeynep Odûncû û Mehmet Ruştu Tîryakî, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amed û Êlihê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî bi awayekî girseyî beşdarî şînê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin. 
 
Şîn dê 3 rojan berdewam bike.