Êzidî berê xwe didin Şengalê

  • rojane
  • 15:55 26 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Vegera Şengalê ya koçberên ezidî bênavber didome. Di demên dawî de ji ber aramiya li Şengalê, êzidî kom bi kom ji kampên PDK’ê vediqetin û berê xwe didin Şengalê.
 
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya hewldanên hikumetê yên ji bo vegerandina koçberan de, îro 732 koçber ji kampên Dihokê vegeriyan ser cih û warên xwe yên li Nînova û Şengalê.
 
Hate gotin ku ji bo kesên vedigerin, alîkariya aborî tê kirin û hewldanên ji bo vegera koçberan ya li nav kampên Başûr berdewam dike.