Li Stenbolê 3 kes hatin girtin

  • rojane
  • 23:06 26 Tebax 2024
  • |
img
STENBOL - Li Stenbolê 3 kesên ji ber ku stranên kurdî hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" û "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
 
Li navçeyên Stenbolê di nav de Hevserokên navçeya Esenyurtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan jî di nav de 5 kes di 23’ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin. Ji ber di maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû ya ji hêla Meclisa Ciwanên DEM Partiyê ve hatibû lidarxistin govend gerandibûn û strana “Bêrîtan” gotibûn, hatibûn binçavkirin.
 
Yilmaz û Arinan ên ku îfadeyên wan ên li dozgeriyê temam bûn bi îdiaya "propagandaya rêxistinrê kirine" sewqî dadgehê hatin kirin û 3 kesên din jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" û "endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeya li dadgehê Yilmaz û Arinan bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 3 kesên navên wan nehat zanîn hatin girtin.