Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?

  • rojane
  • 14:18 29 Tebax 2024
  • |
img

ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû serdana çalakiya Emîne Şenayaşar kir û bang li Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş kir û ev pirs kir: “Were cem dayikê, çima tu xwe bêdeng dikî?” 

 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê di roja 8’emîn de berdewam dike.
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû serdana Emîne Şenyaşar kir. 
 
‘DEST JI BERXWEDANA XWE BERNEDA’ 
 
Gergerlîoglû di serdanê de axivî û diyar kir ku her kesî çav û guhê xwe li daxwaza edeletê ya Emîne Şenyaşar girtiye û got: “Her kes vê daxwazê ji nedîtî ve tê. Em li ba te ne. Piştî ewqas bêhiqûqî û bêdaletiyê li bendê ne ku Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş gavekî biavêje. Çima tu gavekî navêjî? Ji roja dest bi çalakiya kiriye çar caran emeliyat bûye û 70 salî ye. Lê kêliyek dest ji têkoşîna xwe ya biryardar berneda. Tişta ku kes nake ew bi tena serê xwe dike. Du lawên wê û hevjînê wê bi zalimî û nemerdî hatin qetilkirin.” 
 
‘ÇIMA GAV NAYÊN AVÊTIN?’
 
Gergerlîoglû da zanîn ku dayikek li ber deriyê Meclisê li benda edaletê ye û wiha axivî: “Bila dinya hemû viya bibîne. Çalakiyê dî xwe spartiye Meclisê. Dayik hatiye ber biryar û îradeya gel. Çima gav nayên avêtin? Çima Serokê Meclisê tu xwe bêdeng dikî? Berxwedanek ezamet e û bi tena serê xwe bi ser ket û dayika Emîne serî li ber bêdaletiya dinyayê rakir. Ez birêz Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş vedixwînin cem dayika Emîne.” 
 
Paşê Emîne Şenyaşar jî axivî û wek her roj daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.