Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin

  • rojane
  • 14:48 29 Tebax 2024
  • |
img
RIHA - Endamê Hewldana 78’an a Rihayê Mehmet Ural piştî beşdarî merasîma cenaze bû, hat binçavkirin. 
 
Endamê Hewldana 78’an a Rihayê Mehmet Ural bi hinceta li navçeya Xelfetiyê tev li merasîma cenaze bûye, rêz girtiye û dirûşma “Şehîd namirin” berz kiriye, hat binçavkirin. Hat zanîn Ural tev li merasîma cenazeyê Tahîr Erturk ê li Almanya jiyana xwe ji dest dabû û li gundê Hîlalî tev li merasîma cenaze bûye, hat binçavkirin. Hat gotin ku piştî Ural ji şînê vegeriyaye hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsên sivîl di merasîmê de vîdeo û wêne girtine û kirine sedemê hinceta Ural. 
 
Ural birin Midûriyeta Polîsan a Xelfetiyê.