‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’

img

AGIRÎ - Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Ûmût Dogrûer anî ziman ku ew tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin derveyî mirovahiyê dibînin û wiha got: “Armanca me bi têkoşîna herêmî û giştî têkoşîna tecrîdê ye.” 

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê de 25 sal e tê ragirtin ev 42 meh in tu agahî nayên girtin. Bi hincetên cezayên disîplînê destûr nadin malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya Ocalan, di gelek navenên navneteweyî de kampanyayên cur bi cur tên domandin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Agiriyê Ûmût Dogrûer anî ziman ku tecrît belavî gelek qadan bûye û anî ziman ku ew ê heya tecrît tê rakirin, têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Ûmût Dogrûer
 
‘TECRÎT JI BO TEVAHIYA CÎHANÊ ŞERMEK E’
 
Dogrûer da zanîn ku şer û pevçûnên li herêmê didomin, têkildarî tecrîdê ne û wiha axivî: “Gelê kurd Ocalan ji xwe re wek serok dibîne. Tecrîda li dijî Ocalan tê meşandin gefê li aştiya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn dixwe. Her kes dizane ku heya bi ser bingehekî demokratîk bi Îmrliyê re muzakere neyên kirin, dê aştî nayê van axan. Rewşa agahînegirtin bi birêz Ocalan re, tevahiya herêmê di gelek aliyan de bêaram dike. Îro şerên li herêma me de dom dikin rasterast bi tecrîdê re têkildar e. Tecrîdkirna mirovekî, rewşekî derveyî mirovahiyê ye. Heke ev rewş bi ser rêberê gelekî were meşandin ev yek şerma tevahiya cîhanê ye. Di diroka mirovahiyê de tu mirov bi qasî Ocalan bi polîtîkaya tecrîdê re rû bi rû nemaye.” 
 
‘GEL OCALAN WEKÎ HEVÎ DIBÎNIN’
 
Dogrûer da zanîn ku bi tecrîdê dixwazin fikrên Ocalan ên bûne gerdûnî, asteng bikin, nehêlin ev fikr bigihin civakê û axaftina xwe wiha domand: “Tevî hemû astengiyan, bi paradîgmaya Ocalan jin, ciwan, çîna karkeran û gelên bindest ji nû ve rêxistin dibin. Dema em li tecrîda 4 sal in didome dinêrin, gel Ocalan tim ji xwe re wek hêvî dîtine. Gotinên kesekî wekî Ocalan ji bo herêmê û Rojhilata Navîn gelek girîng in. Em dizanîn ku dewlet hebûna xwe, bi astengiyên hevdîtinê, didomîne. Tecrîd ‘şermekî mirovahiyê’ ye.”
 
‘TECRÎD ASTENGIYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E’
 
Dogrûer diyar kir ku tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e û bilêv kir ku polîtîkaya tecrîdê, qadên aborî, siyaset, leşkerî û çandî dixitimîne û wiha pê de çû: “Polîtîkaya tecrîdê Tirkiyeyê dixitimîne û em vê yekê aşkereyî dibînin. Tevahiya cîhanê dît ku dema bi Ocalan re hevdîtin dihatin kirin, çiqasî baş bû. Bi qasî ku polîtîkaya tecrîdê bidome dê serdemekî ku şer û çek zêdetir tên axaftin li benda me be. Her hevdîtinekî bi Ocalan re were kirin dê bibe gava ewil a aştiyê. Heke hevdîtin neyê pakanîn, dê pêvajoyekî zehmettir li pêşiya me be. Sedema daxwaza dubare dubere nûbûna gelê me a hevdîtina bi Ocalan re, ev e. Dixwazin tecrîdê di şexsê Ocalan de li ser tevahiya civakê bisepînin. Di derbarê vê mijara ku tevahiya civakê eleqedar dike de tu tişt wekî bertek nîşandana gel xwezayî nîn e”  
 
‘ARMANCA ME BI TÊKOŞÎNÊ ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE’
 
Dogrûer diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê polîtîkaya tecrîdê ji holê rabe, destnîşan kir ku ew ê heya tecrîd tê rakirin, têkoşîna xwe bidomînin û wiha derbirî: “Divê em li cihê ku demokrasî tune be li benda azadî, hiqûq û demokrasiyê nebin. Îro polîtîkaya tecrîdê rewşa Tirkiyeyê ber bi nediyarbûnê ve kaş dike. Em dizanin ku dê bi rabûna tecrîdê Tirkiye  bêhn bistîne. Sedema hebûna krîza aborî ya vî welatî, domandina tecrîdê ye. Em tecrîdê wek sûcê li dijî mirovahiyê dibînin. Armanca me ew e ku em hem herêmî û giştî têkoşînê xurt bikin û tecrîdê ji holê rakin.”